AW 08.03.2008 Jinên kurd îro li Kurdistan û Tirkiyeyê li ser piyan bûn. Jinan li nêzî 20 navendan çalakî û mîtîngên mezin li dar xistin û doza azadiyê kir. Daxwaza azadiya Ocalan mohra xwe li çalakiyan da...
'Heke îro
jinên kurd bi îradeyek bihêz hatibin cem
hev, divê keda tevgera azadiyê û
reberê wê neyê jibîrkirin'
Parlamentera DTP'ê ya Amedê Gultan Kiþanak ku di
mitînga 8'ê Adarê ya Amedê de
axivî, diyar kir ku navnîþana çareseriya
pirsgirêka kurd Rêberê PKK'ê
Abdullah Ocalan e û got: "Ji bo çareseriya
demokratîk a pirgsirêka kurd, divê
þertên tendûristiya Birêz Abdullah Ocalan
bêne sererastkirin. Em dixwazin ku Îmrali
bê girtin û Ocalan bigihîje azadiya xwe."
Parlamentera berê ya DEP'ê Leyla Zana jî,
wiha axivî: "Îro li vê meydanê
þoreþek pêk tê. Tu þitil bê kok
nîn in. Divê mirov koka xwe jibîr nekin.
Heke îro jina kurd bi îrade, mejî
û yekîtiyek bi hêz hatibin cem hev,
divê keda tevgera azadiyê û
rêberê wê neyê
jibîrkirin."
Jinên li
Geverê: Muhatap Ocalan e
Endama MYK'a DTP'ê Selma Irmak ku di mitînga
8'ê Adarê ya li Geverê da axivî
bi gotina, "Em ji aþtiyê re amade ne. Heta aþtî
bê em dê ji operasyonan re bêjin
êdî bes e. Birêz Ocalan ji sala 1999'an
heta niha aþtiyê dixwaze. Muhatap Ocalan e" balkiþand ser
çareseriya pirsgirêka kurd.
Li
Ewênayê þahiya 8'ê Adarê
Li Bajaroka Ewêna ya Navçeya Qosera
Mêrdînê jinên li malan geriyan,
8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê
li jinan pîroz kir.
Jinên
Wanî li dijî þîdet û
bênasnamekirinê got 'Êdî Bes e'
Li Wanê di mitînga 8'ê Adarê
Roja Jinan a Cîhanê de bi hezaran jinan bi
cilên xwe yên netewî
dîmenên rengîn
pêkanîn. Parlamentera DTP'ê ya
Wanê Fatma Kurtulan di mitîngê de
axivî û got: "Li dijî þer,
þîdet, bênasnamekirin,
metîngerî û komkujiya jinan
êdî bes e. Birêz walî
hinekê bi wijdan be. Ev qîrîna jinan e.
Ma em îro nebêjin 'na' dê kengî
bêjin. Di rojek wiha de qedexekirina gotina
'Êdî Bes e' þermek mezin e."
Li Silopiyê jin
rabûn ser piyan
Li Navçeya Silopiya Þirnexê 8'ê
Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi beþdariya 10
hezaran jinî hate pîrozkirin. Jinên
kincên neteweyî li xwe kirîn qada
mitîngê vegerandin keskesorekê. Jinan di
mitîngê de bi slogana, "Qatîl Erdogan"
polîtîkayên AKP'ê þermezar
kirin.
Li
Mêrsînê mitînga 8'ê
Adarê li dar xist
Jinên endamên sendîkayên
girêdayî KESK'ê, EMEP, ODP û
CHP'ê, 8'ê Adarê Roja Jinan a
Cîhanê bi mitîngekê
pîroz kir.
Li Amedê jinan
azadiya Ocalan xwest
Zêdeyî 20 hezar jin di mitînga ji
hêla DOKH'ê ve bi boneya 8'ê
Adarê hate li darxistin, bû. Jinan di
mitîngê bi sloganên
avêtîn ji Rêberê
PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî xwestin.
Hevseroka DTP'ê
Ayna: Makezagona nû ji bo Tirkiyeyê þansê
dawî ye
Li Navçeya Qoserê ya
Mêrdînê 8'ê Adarê
Roja Jinan a Cîhanê bi beþdariya hezaran jinan hate
pîrozkirin. Hevseroka DTP'ê û
Parlamentera Mêrdînê Emîne Ayna
ku di pîrozbahiyê de axivî, diyar kir ku
ew Makezagonek ku kurd di navde nîn in, qebûl nakin
û wiha got: "Divê êdî ev
bê qebûlkirin. Ev makezagon ji bo Komara
Tirkiyeyê þansê dawî ye. Vê
yekê binirxînin. Heke kurd di vê
makezagonê de xwe nebînin, dê
rûnin û bifikirin. 2 hesasiyetên kurdan
ên wekî Îmrali û
gerîlayên PKK'ê hene."
8'ê
Adarê li Êlihê bi beþdariya hezaran jinan
hate pîrozkirin
Li Êlihê bi hezaran jin beþdarî
pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a
Cîhanê bûn. Jinên
kincên neteweyî li xwe kirîn, bi
dowîz û pankartan pirsgirêkên
jinan anîn ziman. Di çalakiyê de bi
sloganên, "Bijî Serok Apo", "Qatîl
Erdogan" polîtîkaya AKP'ê ya
îmhakirina kurdan hate þermezarkirin. Parlementera
DTP'ê Ayla Akat Ata di þahiyê de bi gotina, "Ku
îro ji vir ji Bîrêz Ocalan re silva
tên þandin ev ji ber pêþniyarên
wî yên ji bo çareseriya
pirsgirêka kurd e" xwest ku
nêrînên Ocalan li ber çavan
bên girtin.
Li
Mêrsînê jinan azadî xwest
Di pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a
Cîhanê ku li Mêrsînê
û Navçeya Tarsûsê
pêk hatin de, ji jinan re azadî hate xwetin. Her
wiha hate diyarkirin ku di pevçûnên 30
salan de hezî zêde jinan zirar dîtiye
û hate xwestin tecrîda liser
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe
û pirsgirêka kurd bi rêbazên
demokarîk bê çareserkirin.
Jinên
semsûrê ji bo azadiyê meþiyan
Di çarçoveya pîrozbahiya 8'ê
Adarê de jinên semsûrî meþ li
dar xistin û bi daxuyaniyekê daxwazên xwe
anîn ziman.
Li Serhedê bi
dehezaran jinan bi kincên neteweyî 8'ê
Adarê pîroz kir
8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê
li Navçeya Melazgira Mûþê bi beþdariya
10 hezar jinan bi meþekê hate pîroz kirin. Di meþa
slogana, "Qatîl Erdogan" hate avêtin de, jinan
çelengek reþ danî ber avahiya AKP'ê ya
Navçeyê.
Di pîrozbahiya
li Dîlokê de çareseriya
pirsgirêka kurd hate xwestin
Jinên li Dîlokê 8'ê
Adarê pîroz kir, xwestin ku pirsgirêka
kurd bi awayekî adîlane û
demokratîk bê çareserkirin. Li
Hatayê jî, koma ji endamên HOC,
Partîzan, Alinterî, DGH û HKM
pêk tê û Platforma Jinan a
Hatayê li Qada Ulus pîrozbahî li dar
xist.
Li Dêrsimê di roja jinan de hêrsa li
dijî AKP'ê
Jinên li Dêrsimê 8'ê
Adarê cuda cuda pîroz kirin, di
çalakiyên xwe de
polîtîkayên AKP'ê þermezar
kirin.
Li
Îzmîrê jinan jinûve dest bi
meþê kir
Li Îzmîrê jinên ku meþa wan a
ber bi Meydana Cumhuriyetê ya Bornovayê ve bi
hinceta dirûþma "Jin jiyan azadî" berz kiriye hate
astengkirin, jinûve ber bi qada mitîngê
ve dest bi meþê kir.
Di
mitîngên li Wan û Geverê de bi
hezaran jin hatin cem hev
Mitîngên li Wan û Navçeya
Geverê ya Colemêrgê ji aliyê
Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) ve
tên organîzekirin, bi beþdariya hezaran jinan ku
dîmemên rengîn pêk
anîn destpê kirin.