ANF 24.04.2010- Konferansa Jinên Kurd, ya ku ji aliyê Tevgera Jinên Azadên Kurd ve li Amedê hatî organîzekirin, bi besdarbûna gelek parlementer, Seroksaredar û jinên ji parçeyên din yên Kurdistanê (Iraq, Îran, Surye) hatîn destpêkir. Di konferansê de Zana axivî û da diyarkirin ku pirsgirêka herî mezin ya jinê pirsgirêka azadiyê ye. Ji bo konferansê ji got: `Di heman demê de îro cejna Ronesansa jina Kurde.`
Konferansa Jinên Kurd ya ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad yên Kurd ve hatî organîze kirin, li Hola Resepsiyona Sumerpark ê bi besdarbûna parlementerên jin yên Kurd, seroksaredar, Prof.dr û gelek kesayetên jin destpêkir.
PIRSGIRÊKÊN JINAN YEKIN
Binavê Tevgera Jinên Azad yên Kurd Mulkiye Bîrtane, axaftina vekirinê ya konferansê kir û da diyarkirin ku, ev konferans ji bo jina Kurd xwedî wateyek dîrokiye. `Jinên Kurd bi salan li dijî sîstemê têkosin mesand. Dinava civaka feodal de di astek diyarde bûn xwedî nunertî.` Her wiha Bîrtane anî ziman ku, pirsgirêka herî mezîn ya jinan, pirsgirêka azadiyê ye. Jiber vê jî li hember polîtikayên helandinê têkosînê dimesîne. Pirsgirêka hemû jinan yeke, ji ber vê jî ez bang li hemû jinan dikim ku tekosîna xwe bi hêz bikin.
ZANA; DÎROKÊ BERPIRSYARTÎ AVÊT SER MILÊ JINAN
Parlementera DEP`a kevin Zana yê jî da diyarkirin ku, dîrokê berpirsyartî danaye ser milê jinê û wiha domand, `Berpirsyartiyên gelek mezin û barek giran, ev barê, zext û înkarê, bê nasnametiyê, ya Qesra Sirîn û Lozana ne. Barê koçberiyên mezin û bê cih û warbûnê ye.` Zana yê anî ziman ku, `jiber vê yekê jî, ji herdemekê bêhtir, ji îro jî bêhtir jibo civak û cîhanek dinava astî û wekheviyê de, divê jin rolê xwe yê pêsengtiyê raxîn pêsçavan`.
PIRSGIRÊKÊN JIYANÎ YÊN JINAN
Zana yê da xuyakirin ku, ev konferans ne tenê jibo pirsgirêkên ku jin niha jiyandikin pêwîst bû û wiha pêde çû,`Mijarên, kustinên jinan yên dibin navê namus, Recim, sinneta jinê de tên pêkanîn, dinava malbatê de zordarî, bizorê zewicandin, berdêl, sideta zayendî, tacîz, destavêtin û qedexeya liser zimanê dayîkê û gelek mijarên din, jibo me jinan,weke pirsgirêkên herî zêde dinava jiyana rojanede em jiyandikîn lê hatine. Dibeku em van bûyerên xirab dinava du sê rojan de çareser nekîn, lê ez diwê baweriyê deme ku, bi xebatek hevkar û yeketiyekê emê bikaribîn van pirsgirêkan bi demêre çareser bikîn.`
Runistina destpêkê ya Konferansê, bi nîqasên liser mijara `pirsgirêkên civakî û siyasî yên Kurd jiyandikin, redkirin û înkar kirina nasnameya netewî û polîtîkayên dewletê` ji çapemeniyêre girtî berdewam dike.