Feedback    Send News  
Languages
Sélectionnez la langue de l'interface:

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menu Français

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

Newroz 2011/ Chapiteaux du Paix

DTK Democratic Autonomy

Guerre et Paix au Kurdistan


Le cessez-le-feu est terminé
Une nouvelle étape a commencé

Les domaines civiles dans la cible
de l Iran et de la Turquie

KCK Statement 5 points

Dossier IRAN

KNK

Li Elke þerma Tirkiyeyê - FLASH
Proposé par admin le Mercredi, 03 Octobre 2007
löjl
toplum-yaþam ÞIRNEX (DÝHA03.10.2007) - Rayedarên ku ji bo cenazeyên 7 HPG'iyên di pevçûna li herêma Çiyayê Kato ya Þirnexê de jiyana xwe jidest dan tiþtek nekirin loma malbatên HPG'iyan cenazeyên zarokên xwe ji çiya anîn navenda Elkê, bi þermeke din a mirovahiyê wê derbasî dîrokê bibin. Li Nexweþxaneya Dewletê ya Elkê ku cenazeyên 7 HPG'iyan lê ye, ne poþetê cenaze dan malbatan, ne ambûlans, ne jî ava ji bo þûþtinê.
Malbatan ji neçarî, cenaze li Newala Faraþîne li qadek aþkera, li ber çavên xwendekarên biçûk þûþtin. Xizmên HPG'iyan cenaze bi lorandinan defin kirin li goristana navçeyê.

Tiþtên ku bi malbatên 7 HPG'iyên du hefte beriya niha di pevçûna li herêma Çiyayê Kato ya Þirnexê de jiyana xwe jidest dan hatin kirin, þermeke mirovahiyê radixe ber çavan. Pêþî Biryargeha Navendî ya HPG'ê aþkera kir ku di pevçûnê de HPG'iyên Nazan Bayram, Sabîne Frîedmann Kayalar, Hamît Bayram, Zekî Gokberk, Hakan Turgut, Adnan Mamo, Esat Guler, Fehîm Suleyman û Îhsan Tekeþ jiyana xwe jidest daye. Li ser vê yekê komek malbat ji bo teþhîsê serî li Serdozgerê Komarê yê Elkê Ahmet Bîçer da. Ji malbatan re wiha hat gotin: "Cihê bûyerê bi ewle nîne. Me bi helîkopterê keþf kir. Cenaze li wir in, em nikarin biçin bînin. Ger ku hûn dikarin, herin bînin." Malbatên HPG'iyan jî li ser vê yekê, pêþî çend malbat, piþtî 2 rojan jî çend malbatên din, derketin Çiyayê Katoyê û 7 cenaze anîn navenda navçeyê.

Av, poþet û ambûlans nedan

Malbat 4 kîlometre rê bi piya çûn, cenaze danîn ser piþta keran û anîn Nexweþxaneya Dewletê ya Elkê. Malbat li vir rastî pêkanînek balkêþ hatin. Ji ber ku li vir sedye nedan, malbatan cenaze bê sedye birin morgê. Tadeyiya li malbatan hat kirin, duh jî dom kir. Dozgeriyê got ku heta encamên testa DNA'yê neyê, wê cenaze neyên dayîn. Li ser vê yekê daxwaza muameleyên definkirinê hat kirin. Malbatan xwest cenaze li nexweþxaneyê bên þûþtin. Midûrê nexweþxaneyê Ahmet Avci qebûl nekir. Þaredarê Elkê Faîk Dursun navbeyntî kir, lê dîsa jî ambûlans jî nedan malbatan. Dursun ku bi Midûrê Nexweþxaneya Dewletê ya Elkê Ahmet Avci re hevdîtin çêkir, wiha got: "Me hevnivîsên fermî kirin. Me ji bo þûþtinê destûr xwest, nedan. Me ambûlans xwest, nedan. Me poþetên cenaze xwest, nedan."

Cenaze li newalê hatin þûþtin

Piþtre cenaze kirin pîqabên servekirî û ji bo þûþtinê birin Newala Faraþînê. Þaredarê Elkê Faîk Dursun, Serokê DTP'a Þirnexê Îzzet Belge, Serokê DTP'a Elkê Yusuf Temel, mela û gelek welatî jî bi malbatan re hatin newalê. Dema cenazeyê HPG'iya jin dihat þûþtin, klama 'Bûkê delalê' û dengê tilîliyan bilind bû. Ev yek bû sedema demên hêstewar. Xwendekarên Dibistana Seretayî ya Leylî ya Herêmê (YÎBO) ku nêzî newalê bûn, bi awirên matmayî û bi tirs temaþe kirin þûþtina cenazeyan. Cenaze piþtre ji aliyê koma qelebalix ve li Goristana Asrî hatin definkirin. Pûþiyên kesk û sor û zer li darbestan hatin pêçandin. Dema darbest dibirin goristanê û dema hatin definkirin, diruþmên "Þehîd Namirin" hatin berzkirin û tilîlî hatin kiþandin.

Xwendekar pir tirsiyan

Xwendekarek bi navê D.A, ku 16 salî ye û ji Gundê Tivara (Dagalti) girêdayî Elkê tê YÎBO'yê, bû þahidê þûþtina cenaze. D.A, diyar kir ku ji bo were dibistanê neçar e di vê rê de derbas bibe û wiha got: "Çima nahêlin ku cenaze li nexweþxaneyê an jî cihek din bê þûþtin? Em di vir re derbas dibin û rastî vê dîmena bi tirs tên. Em naxwazin rastî rewþên wiha bên. Bila dewlet çareseriyek bibîne ji vêya re. Mirov dimirin, qet nebe bila ji bo ku bikaribin li cihekî baþ bê þûþtin tiþtek bikin." Xwendekarên din ku li heman dibistanê dixwînin jî nerazîbûn nîþan dan û bûyerê mîna 'þerma mirovahiyê' nirxandin.

(xo/ru)
les 5 derniers articles
Options
Vote article
Score estimé: 0
Vote(s): 0

Prenez une seconde pour voter pour cet article:
Excellent
Très bien
Bien
Moyen
Mauvais

Liens connexes