Feedback    Send News  
Languages
Zimanê navberê hilbijêrin:

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menü Kurdî

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

DOSYALAR!!!!

DTK Democratic Autonomy

KCK Statement 5 points

DTP Projeya Çareseriya Demokratîk

Kongra Netewiya Kurdistan-KNK

Li Mehabadê jinekî li hemberî 100 leþkeran berxwadanê kir
Nivîskar DENIZ Dîrok: SêŞem, 28. Hezîran 2005
löjl
özel dosyalar MEHABAD (28.06.2005) MHA- Li gorî dema herêmê îro di seat 13.30an de li bajarê Mehabadê li kolana sereke ya bi navê Beharistan, bi qasî 100 leþker û endamên îdareya ewlekariya dewleta Îranê êrîþê ser malekî kirin û xwestin malê teftîþ bikin.
Piþtî girtina xwediyê malê Resûl, jina wî ya bi navê Perwane, rê li wan leþkeran girt û bi dar û hewar rê neda ku malê teftîþ bikin.

Endamên îdareya ewlekarî û eskeran dixwestin ku bê îcaze biçin nava malê. Lê ew jin ji wan re daxwaza îcazeya dadgehek kir. Þerê ew jin û 100 esker û mamuran heya katjimêr 4ê êvarê dom kir. Her dem jin bi darê xwe êriþê eskeran dikir û gelek ji wan jî birîndar kir.

Her çend eskeran jî li wî jinê dixistin, lê nekarin serbikevin û þêre jinikê, wekî þerekî meydandarî bû. Di seat 4an de endamên îdareya ewlekarî kaxezekî dadgehê anîn û deriyên girtî þikandin û çûn ketin nava malê.

Li malê de hinek barê qaçax, wekî wîskî birin û bi hestê serkeftinê li hev dinêrîn. Qasî 500 kes jî ji mîlet kom bûn. Lê dewlet jî hejmara xwe zêde kir û nêzî 500 kes jî esker kom kir ku bi dara zorê gelê nerazî belav bikin. Gel digot; li Kurdistanê kar tûneye, ha em çi bikin, mafê we nîne hûn wisa êriþê mala xelkê bikin.

Eskeran setelayta malê jî xera kirin û di gel xwe birin. Lê hinêk esker ku li piþtî malê de nobet digirtin, bi destê hinek ciwanan ketin ber êriþ û ciwanan bi giranî li wan xistin û reviyan.

Piþtî mûdetekî, cerdewanan bihîstin ku di malê cîranêkî de jî bi navê Enwer, bar heye. Wê gavê bê belgeya dadgehê û beyî ku kes li malê hebe, êriþ kirin û dergehê vê malê jî þikandin. Piþtî girtina hinek bar ji vê malê, dest bi ser maþîna xwediyê mal dagritin û bê ku xwediyê mal bizanbe maþîna wî jî birin.

Di encamê de zêdetir gel kom bû, dengê nerazîbûnê jî zêdetir bû û ciwanan maþîna berpirsyarekî mezin ê îdareya ewlekariyê dan ber keviran û camê wesayîta wî þikandin. Ciwanan piþtre jî kevir li ser eskeran barandin û wana dan rewandin.

Jinê malê Perwane her tim gazî û hewara dikir û wê hêz dida herkesî. Tiþtî herî balkêþ ew bû ku ewê bi qasî du seet û nîv þerê xwe meþand. Memûrên dewlet li hemberê wê nedizanîn çi bikin û nedikarin nêzî wê bibin.

Tê texmîn kirin ku qasî þeþ milyon tûmen malê Resûl hatiye girtin û ji bo vê jî ew çend salan were zîndanî kirin. Niha mêrê Perwane, Resûl li zîndanê ye û li jêr lêpirsînê de ye.
ÞÊRKO MEHABADÎ/ MHA

MHA NEWS AGENCY
5 nûçeyên dawî
Seçenekler
Nirxpêdana nûçeyê
Nirxpêdana nêzîk: 0
Tevayî deng: 0

Tikaye ji bo ku hun nirx bi vê nûçeyê bidin kêliyekî xwe bidin.:
Bê hempaye
Gelek base
Base
Nivco ye
Xirab

Girêdanên têkildar

Nûçeya ku herî zêde hatî xwendin: özel dosyalar: