Feedback    Send News  
Languages
Zimanê navberê hilbijêrin:

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menü Kurdî

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

DOSYALAR!!!!

DTK Democratic Autonomy

KCK Statement 5 points

DTP Projeya Çareseriya Demokratîk

Kongra Netewiya Kurdistan-KNK

Li Wanê dengvedana îtirafên 'sîxurên JÎTEM'ê': Zarokên xwe biparêzin
Nivîskar admin Dîrok: SêŞem, 02. Cotmeh 2007
löjl
toplum-yaþam (DÎHA 30.09.2007 ) WAN (DÎHA) - Nûçeya li ser îtirafên sîxurên (ajan) JÎTEM'ê ku li Qendîlê hatine pirsyarîkirin û ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ve hatin weşandin, li Wanê deng vedan. Nûnerên saziyên civakî yên sivîl û nivîskaran, destnîşan kir ku karûbarên sîxurkirinê, bi têkiliyên hêstî destpê dikin û xwestin ku milet zarokên xwe ji cihên wek kafe, dûr bigirin.
Îtirafên têkildarî sîxurên JÎTEM'ê ku ji aliyê ANF'ê û saziyên çapemeniyê ve ev 5 roj in têne weşandin, li Wanê deng vedan. Nûnerên saziyên civakî yên sivîl ên li Wanê ku ji DÎHA'yê re axivîn, xwestin ku gel li hemberî karûbarên sîxurkirinê bihestyar be.

'Neynika me ya trajîk e derketiye holê'

Nivîskar Hemît Dilbahar diyar kir ku pergalê dîtiye wê nikaribe tevgera kurd bi rêyên leşkerî û siyasî tune bike, giranî da ser dejenerekirina ciwanên kurd û ev bi îtirafên sîxurên JÎTEM'ê derketiye holê. Dilbahar, xwest ku sazî û dezgehên kurd xwedî li ciwanan derkevin. Dilbahar, destnîşan kir ku sîxurîkirin bi têkiliyên hêstî destpê kirine û wiha dom kir: "Li deverên wek kafe, polîtîkayên wekî pêşî têkiliya hêstî, piştre esrar, piştre fihûş, piştre jî sîxurîkirin têne meşandin. Bi vê yekê re, her çiqas jêderka esas a pirsgirêkê dewlet be jî, tê dîtin ku hewldanên sazî û dezgehên li bajarên wek Wan û Colemêrgê li ser navê gel siyasetê dikin jî, têr nake. Ev birînek e. Ji ber ku sazî û dezgehên kurd ji bo ciwanên kurd alternatîf pêk naynin, ciwan dikevin valahiyek û dikevin hembêza pergala qirêj. Tiştê ku bi vê hevpeyvînê derketiye holê, neynika me ya trajîk e. Rewşenbîr û saziyên kurd divê ji bo dermankirina vê birînê, bi projeyên civakî yên fireh têkoşîn bimeşînin."

'Em weke saziyên kurd, nekarî xwedî li ciwanên xwe derkevin'

Serokê Şaxa Kurdî-Der'ê Qahir Bateyî anî ziman ku sîxurîkirin polîtîkayeke ev demeke dirêj e ji aliyê pergalê (sîstem) ve tê meşandin e. Bateyî, got ku bi îtirafên sîxurên JÎTEM'ê re derketiye holê ku sîxurîkirin di demên dawî de çiqas hatiye sîstematîkkirin. Bateyî anî ziman ku li gorî baweriya wî JÎTEM, MÎT û TÎT xebata hevpar dikin. Bateyî, diyar kir ku bi awayekî fermî derketiye holê ku ji nav ciwanên kurd sûîqastvan tên gihandin. Bateyî wiha pê de çû: "Amed, Wan, Êlih û Colemêrg wek navend tên bikaranîn. Esrar, fihûş, oldariya sexte têne bipêşxistin. Ev jî tê wê wateyê ku em wek saziyên kurd, nikarin xwedî li zarokên xwe derkevin. Ger ku li bajarek biçûk ê mîna Colemêrgê JÎTEM'î dikaribin bi hêsanî bixebitin, divê em xwe pirsyarî bikin. Di vê mijarê de gerek xebatek lezgînî bê kirin. Divê li taxan gel bê agahdarkirin, xebatên ji bo xwedîderketina li ciwanan û zarokên me, bêne meşandin."

'Bila malbat zarokên xwe piştguh nekin'

Rêveberê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Wanê Sînan Gunduz destnîşan kir ku Wan bajarê ku herî zêde koçber tên e. Gunduz, got ku divê malbat ji aliyek ve bi pirsgirêkên aborî re mijûl bibin, ji aliyê din ve jî xwedî li zarokên xwe derkevin. Gunduz anî ziman ku divê ji bo malbatên ku bi koçberiyê hatine, projeyên cidî bêne çêkirin û wiha pê de çû: "Şaredarî jî xizmetê nadin wan. Li taxên derdorê têne bicihkirin. Ev mirov ji hemû derfetên jiyana civakî mehrûm in. Di hêla aboriyê de jî ber bi sefaletê ve hatine kişandin. Mirovên ku ji ber sedemên aborî têkoşîna têrxwarinê didin, zarok û ciwanên xwe piştguh dikin. Me vê yekê di îtirafên di rojnameyê de xwendin. Jiyana ku xwezilayiyê derdixe holê, bandorê li kesayetiyê dike û ber bi encamên wekî tiryakkêşî, fihûş û dawiyê jî ber bi sîxuriyê ve dibe. Divê ji bo malbatên ku bi koçberiyê hatine bajêr, projeyên cidî bêne çêkirin, qadên kar bên vekirin û hişmendiyek wisa bê dayîn ku bi zarokên xwe re yeko yeko eleqedar bibin. Ez ji vir bang li malbatan dikim; ji aliyek ve bi pirsgirêkên aborî re mijûl dibin, lê bila zarokên xwe jî piştguh nekin û wan bişopînin."

'Bila sazî bi malbatan re bi hevkarî tevbigerin'

Şêniyek bi navê Nacî Erkol, anî ziman ku di demên dawî de îtirafên di çapemeniyê de derketine di rojeva hemû kesan de ye. Erkol, got ku ciwanên kurd bê kar, bê perwerdehî û xizan tên hiştin, ev jî dibe sedema sîxuriyê. Erkol xwest ku hemû sazî û pêşengên civakê, bi malbatan re bi hevkarî tevbigerin û wiha pê de çû: "Ciwanên ku diçin cihên wekî kafe, ji ber sersariya malbatan jî, ber bi fihûş, tiryak, çete û sîxuriyê ve tên kişandin. Di îtirafa sîxura dawî ku me xwend de fihûş û sîxurî wek tercîh datînin pêşiya jinê. Ciwanên ku rastî tecawûz û îşkenceyan tên, piştre jî bi awayekî dibin sûîqastvan. Banga min li ciwanan e. Baldar bin. Bila xwendekar, sazî û dezgeh, malbat, hemû bi hev re tevbigerin ku em nehêlin ciwanên me bikevin vê pîsîtiyê." (xo)

5 nûçeyên dawî
Seçenekler
Nirxpêdana nûçeyê
Nirxpêdana nêzîk: 0
Tevayî deng: 0

Tikaye ji bo ku hun nirx bi vê nûçeyê bidin kêliyekî xwe bidin.:
Bê hempaye
Gelek base
Base
Nivco ye
Xirab

Girêdanên têkildar