Feedback    Send News  
Languages
Scegliete la lingua dell'interfaccia:

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menu Italiano

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

DTK Democratic Autonomy

Fossi Comni in Turchia

TERMINATO IL CESSATE IL FUOCO
È INIZIATA UNA NUOVA FASE

LE AREE CIVILI
SONO GLI OBIETTIVI DELLE TRUPPE TURCHE ED IRANIANE

KCK Statement 5 points

Bambini Kurdi e Campagna di Firme
Documento Informativo e La Campagna di Firme
EN, FR, DE, IT, KR, TR


UN LIBRO NUOVO

GRAMMATICA CURDA

Terzo Dominio

Li Îmraliyê çalakî heye
Proposto da Tsiatsan il Lunedì, 18.Gennaio 2010
löjl
güncel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku heta sertên wan neyên baskirin ew û girtiyên din dê dernekevin hevdîtina hevpar. Ocalan got ku rayedarên dewletê jê re gotine ku nexseriya amade kiribû dê nedin DMME’yê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de, bal kisand ser guhertinên pistî darbeya 17'ê mijdarê yên li Îmraliyê. Ocalan, got ku rêveberiya tirk, hucreya nû bi tabyetî, hostayî, zanaben û bi awayekî plankirî çêkiriye. Ocalan anî ziman ku ew bawer nake ji niha û pê ve, sertên wir bas bikin û dijwariya sertên Îmraliyê jî wiha anî ziman: "Ez xwe, wekî di bin bîreke kûr ya 15 metreyî de hîs dikim. Bênefes dimînim, nikarim razêm. Ji bo hundir hewa bigire, pencereyê vedikim. Li hewsê nikarim rûnim. Derdora hewsê bi dîwarên bilind ên beton girtî ye. Dirêjiya wê ji 5 metreyan heta 7 metreyan pêk tê. Hewsê ji ya berê biçûktir e. Serê wê jî tam ne vekirî ye. Tenê li wir dikarim bimesin. Ji ber kûrahiyê, bandora ba pir bilind e".
Ocalan ji ber dengê jeneratorê ya li kêleka hucreya wî dixebite, aciziya xwe anî ziman û got pirsgirêka di qirika wî de jî hê dewam dike.

DERNAKEVIN?HEVDÎTINAN
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist ku tevî mafê hevdîtina 10 saetan ya bi girtiyên din re heye jî, tenê saetekê li hewsê tên cem hev û wiha dewam kir: "Ev yek li dijî qanûn û rêziknameyên Wezareta Edeletê ne jî. Eger wê pêwistiyên wê bi cih neynin, tu wateya pêkanîna hevdîtinê jî nîne." Ocalan anî ziman ku wî û girtiyên din ev rews nirxandiye û biryar girtine heta ev sert neyên baskirin, dernekevin hevdîtina hevpar.

DIJWARIYA?SERTÊN?LI?ÎMRALIYÊ
Ocalan, dijwariya sertên Îmraliyê bi van gotinan raxist ber çavan: "Dema ez û hevalên din diaxivin, li pês û pas me 2 rayedar disekinin. Sertên vir pir giran in û ji bo hevalên din jî, li gorî deverên berê girantir in. Ez fêrî sertên vir bûme. Lê belê ji bo hevalên din, heyf e. Ji bilî parêzer û malbata xwe, derfetê bi rayedarên li vê derê re biaxivim jî nîne. Dema ku xwarinê didin jî, tenê sênîkê tînin û dibin. Di navbera me de tu axaftin derbas nabe. Yanî tu tistê li derveyî qaîdeyan pêk nayên."  Ocalan, bi bîr xist ku bi rêziknameyan qedexeya kurdî rabûye, lê belê hê neceribandine, dema biaxivin, dê rewsê fêr bibin û bi vê yekê jî bal kisand ser pêkanînên din ên pratîka AKP'ê.

CIVAK Û TAKEKES
Ocalan, sexsparêzeriya Ewropayê û têkiliya wê ya bi gerdûniyê re jî analîz kir. Ocalan, bal kisand ser têkiliya di navbera sosyalîzm, sexs û civakê de û got ku ev têkilî rast nayê nirxandin.
Ocalan xwest ku divê gotinên sexs û sexsparêziyê ji hev cuda bên nirxandin û dîtina xwe ya der barê têkiliya sexsparêzî û gerdûniyê de, anî ziman. Ocalan, wiha got: "Ez di navbera sexsparêzî û gerdûniyê de, têkiliyekê datînim. Sexsparêzî girîng e, lê belê dizanim ku têkiliya her sexspariyê bi gerdûniyê re heye. Ev ne tistên li dijî hev in lê tistên têkildarî hev in."
Ocalan anî ziman ku têkiliya her sexsparêzeriya civakê, bi gerdûniyê re heye û wiha got: "Li Ewropayê ji ber ku tenê 'sexs' esas tê girtin, sexsparêzî bi pês ketiye." Ocalan da zanîn ku ew li hemberî sexsparêzeriya Ewropayê, ji bo çareseriyê wekî sosyalîzma reel, enternasyonalîzmê pêsniyar nake û wiha got: "Ez dibêjim ne desthilatdarî, ne federal û ne sîstema konfederal. Li gorî min ya girîng ew e mirov nêzîkatiya sexsparêzî û gerdûnî bîne cem hev."

NETEWE-DEWLET
Ocalan nêzîkatiya xwe ya wekî 'Komunalîteya Demokratîk' bi nav kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di çarçoveya vê nêrîna min de, gotinên 'neteweya demokratîk û welatê demokratîk' dikarin bên bikaranîn. Ev nêzîkatî, desthilatdarî û dewletê nake hedef. Yanî tevli desthilatdarî û dewletê nabin. Sosyalîzma ez behs dikim ev e. Ev nêrîna min, hinek li Kurdistanê bi cih bûye. Tevî kurd hatine perçiqandin û rastî qirqirinê hatine jî, ev nêrîna min di navbera kurdan de bi pês ketiye. Ji ber ku netewe-dewletiyê bandor li hemû kesan kiriye, çareserî bi pês nakeve. Ji ber vê li Basûr, rîska komkujiyê heye. Ji ber vê yekê Talabanî û Barzanî hisyar dikim."

 LI DIJÎ ÇÎNÊ CIVAK  
Ocalan diyar kir ku sedema neçareseriya pirsgirêkên civakî, netewe-dewlet nîsan da û ev yek wekî sedema serneketina marksîzmê jî bi nav kir û wiha got: "Têgihîstina netewe-dewletê encameke modernîteya kapîtalîst e. Çepgiran ev yek bas fêm nekir. Me wekî çepgir, sosyalîst û bindestan ev yek bas fêm nekir. Di bingeha têkçûna sosyalîzma reel de jî ev têgihîstin heye. Li Rûsyayê Lenîn, li Çînê Mao tev ketin nava heman sasiyê. Divê ev yek bas were fêmkirin ku eger îro Çîn tunebûya DYA jî nikaribû bijî. Sendîka û saziyên karkeran û gelek saziyên din di rastiyê de xizmetî kapîtalîzmê dikin."  
Rêberê Gelê Kurd Ocalan destnîsan kir ku analîzên marksîzmê yên der barê çînan de jî ne rast in û wiha axivî: "Ne çîn li dijî çîneke din e, ez dibêjim li hemberî çîn an jî kapîtalîzmê civak e. Dema behsa civakê jî dikim qesta min ne beseke wê ye. Behsa tevahiya civakê dikim. Ez dibêjim, eger civak tune be takekes jî nabe. Takekes bi civakê watedar dibe. Ez çareseriyê bi xwegihandina takekes a civakê bi sêwazekî gerdûnî dibînim."   

GLADÎOYA TIRK
Ocalan rojnameya Îl Manîfesto ya Îtalyayê ku ji ber nivîsê wî wesand rastî nerazîbûna Tirkiyeyê hat jî nirxand.  
Ocalan bi vê boneyê rêxistinbûyina Gladîo ya li Îtalyayê jî rave kir. Ocalan wiha got, "Îtalya Gladîoya xwe di sala 1990'î de askera kir, lê belê Gladîoya tirk hê jî belav nebûye. Doza Ergenekonê ya niha jî tevahiya Ergenekonê nagire dest, tenê beseke wê ya biçûk e." Navlêkirina mîna bira ya serokwezîrên tirk û îtalî jî Ocalan wekî, "di ser her du dewletan de pêkanîna zewaca kapîtalîst' sîrove kir.

'Kurd bi xwe dê biryarê bidin'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, encama polîtîkayên AKP'ê jî nirxand. Ocalan rewsa li Tirkiyeyê wekî 'saziya fasîzmî' nirxand û li hemberî plana tasfiyekirinê jî, banga hestiyariyê li gel kir. Ocalan anî ziman ku AKP aliyê îslamî yê kurdan bi kar tîne û siyaseta xwe li gorî wê dimesîne. Ocalan, destnîsan kir ku siyaseta di salên 1970'yî de dest pê kiriye,  bi Partiya Refahê dewam kir, îro jî AKP nûnertiya wê dike û wiha got: "Rastiya CHP û MHP'ê li cem kurdan derketiye holê. Ji ber vê jî, dixwazin bi AKP'ê kurdan kontrol bikin."

LI?TIRKIYEYÊ ‘FASÎZMA?SAZIYÎ’ HEYE
Ocalan, destnîsan kir ku li Tirkiyeyê 'fasîzma saziyî' heye û sertên ew di nav de ye jî, berhema vê fasîzma saziyî ye. Ocalan nûnerên îro yên siyaseta fasîzma saziyî ya ji dema Îttîhatiyan û pê ve, MHP û CHP bi nav kirin. Ocalan qebûlnekirina xeta AKP û ya CHP-MHP'ê jî, wiha anî ziman:"Em dibêjin ne xeta neteweperestiya tund a MHP û CHP'ê, ne jî hegemonyaya îslamî ya AKP'ê. Em her duyan jî red dikin û rast nabînin. Ez riyeke sêyemîn rast dibînim. Ev riya sêyemîn, riya me ye, ku min heta niha gelek caran bahs kiriye. Ev rê jî, riya demokrasiyê, yanî konfederalîzma demokratîk, komara demokratîk, neteweya demokratîk û welatê demokratîk e."

MEHÊN?SIBAT?Û?ADARÊ?TÊN
Ocalan, destnîsan kir ku CHP û MHP siyaseta tasfiyeyê di çarçoveya nijadperestî û neteweperestiya tund de, lê AKP bi rêbazên nerm û zirav dimesîne. Lê belê armanca her du eniyan jî tasfiye ye û ya AKP dike jî, ji yên din xetertir e. Ocalan anî ziman ku ji sala 2002'yan ve, AKP bi MHP û CHP'ê re peymaneke vesartî dimesîne û muxalefetiya wan jî, muxalefeta sexte û qaso bi nav kir. Ocalan wiha dewam kir: "Va ye, mehên sibat û adarê tên. Wisa xuya ye, dê operasyon bi zêdebûnê dewam bikin. Plana tasfiyeyê dimese. Wê bi ser me de werin. Wê ji hemû aliyan bi ser me de werin û hewl bidin me bênefes bihêlin. Pistre jî, wê dikaribin operasyonên leskerî pêk bînin."  Ocalan diyar kir ku di rewseke wiha de dê xwe ji navê     bikisîne lê eger ji bo çareseriyê ji wî alîkarî were xwestin, ew amade ye.

DIVÊ BI?HISYARÎ?TEVBIGERIN
Ocalan li hemberî rewsê, ji kurdan xwest ku hisyar tevbigerin û dûre jî wiha got: "Ji sertên dijwar ên vê derê zêdetir, fêmnekirina dîtinên min, ez aciz dikim. Kurd gelekî ku li ber xwe dide ye. Lê belê hê xetereya plana li hemberî xwe fêm nekiriye. Ez nizanim, wê pistî sibat û adarê çi biqewimin. Ez nabêjim ser bikin an jî astiyê pêk bînin, ferman jî nadim. Lê çi bikin, divê bi xwe biryarê bidin. Yanî wê rûmeta xwe biparêzin an dev ji mafên xwe berdin, wê bi xwe biryara vê bidin."

Ji Nexseriya Ocalan ditirsin û nadin DMME’yê
Ocalan, anî ziman ku rayedaran biryara erêkirina cezayê hucreyê yê 20 rojî ragihandiye wî, lê belê nizane dê kengî biryar bê bicihanîn. Ocalan diyar kir ku rayedarên dewletê, daxwaza wî ya besa nexseya rê ya parêznameya wî jî bidin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî red kiriye û wiha dewam kir: "Dibêjin nexseya rê ji bo perwerdehiyê ye. Lê belê hemû parêznameyên min, ji bo perwerdehiyê ne. Ez ji vir fermanê nadim tu kesî. Tistekî wiha rast jî nabînim. Jixwe ne mimkûn e girtiyekî di nav van sertên dîlîtiyê de karibe fermanê bide. Tistekî wiha exlaqî jî nabînim. Lê belê bibin sedema mirina min jî, ez ê dîtinên xwe bînim ziman. Wê tu kes nikaribe vê yekê asteng bike. Tespîtên min ên li vir ne ferman, analîz û tespîtên sosyolojîk in."

Ocalan bi bîr xist ku ew hestiyar nêzî provakasyonên li Îmraliyê dibe, vê yekê ji bo morala gel bilind bihêle dike û wiha got: "Beriya niha, li vir li hemberî min, hin pêkanînên neyînî pêk hatin. Bi ser min de hatin. Min nerazîbûn nîsan da. Min got, hûn çima wiha dikin? Eger min bersiv bida, dibû ku min kustibana. Çima min bi heman rengî bersiv neda? Ji ber ku mirin, ne tistekî bas e. Ez ê li vir nebim sedema mirina xwe. Ez ê dawî li jiyana xwe neynim, lê eger ew bikujin, dikarin bikujin. Ez ji bo bilindkirina moralê gelê xwe û ji bo parastina hêviya astî û azadiya gelê xwe hewl didim zêdetir bijîm."
gli ultimi 5 articoli
Opzioni
Voto articolo
Punteggio stimato: 0
Voto(i): 0

Prendete una seconda per votare per quest articolo:
Eccellente
Molto bene
Bene
Medio
Cattivo

Legami connessi

L'articolo più letto ad opinione di güncel: