ENQERE (DÎHA) - Gelek caran hate gotin ku kurd bi xizanî û birçîbûnê tên terbîyekirin. Dema ku mirov li qampa Tozluyê ya karkerên demsalî ku kurd lê dimînin digere ev gotin tê bîra mirov. Di sedsala 21'an de li paytexta Tirkiyeyê kurd di qampekî de hatine komkirin û bi birçîbûn, bêavî û xizaniyê tên terbiyekirin.
Li vê qampê qirêjiya ser û ruyê zarokan nikare kena wan veşêre, lê belê dema ku mirov êşa di dilê dayik û bavên wan de guhdar dike, gelek caran ji mirovahiya xwe şerm dike.
Karkerên çandiniyê
yên demsalî îsal bi qezayên
trafîkê ketin rojeva Tirkiyeyê.
Dîsa bi sed hezaran karkarên demsalî ku
ji ber pevçûnan gundên wan hatine
valakirin, zevî û axa wan hatiye
mayînkirin û ji ber vê yekê bi
birçîbunê re rû bi
rû ne, ji bo ku debara xwe bikin, bi malbatên xwe
re, jin û zarokên xwe re tên
bajarên rojava yên Tirkiyeyê û
karên çandiniyê dikin. Bi
kîlometreyan ji welatên xwe dûr li
bajarên Tirkiyeyê yên rojava
karê, berhevkirina pembû, pîvaz
û findiqan dikin. Li gel vê yekê li
cîhên ku lê kar dikin, rastî
nîjadperestiyê tên û di nav
şertên ne mirovahî de bi kul û
êş di xebitin.
Li Enqereyê kurd di qampê de
dijîn
Ji kakreran her sal di riyan de ji ber rêwitiya ne
ewlehî, di qezayên trafîkê de
bi dehan jiyana xwe dest didin. Li ser vê yekê
parlamenterên DTP'ê li gelek cihan ji bo
lêkolînkirina şert û mercên
karkerên demsalî yên kurd, xebat dan
destpêkirin. Herî dawî
pirsgirêkên karkerên demsalî
yên ku ji bajarên wekî Riha,
Mêrdîn, Amedê hatine û li
Polatliya Enqereyê karê berhevkirina
pîvaza dikin kete rojeva Tirkiyeyê. Di sedsala
21'an de li Paytexta Tirkiyeyê dîmenên
karkerên kurd, dîmenên qampekî
berhevkirina hemdem nîşan dide. Karkerên kurd
ên ku li herêma Tozlu ku
nêzîkî gundê Karailyas a
Polatliyê ye bi cîh bûne, ji ber ne
lihevkirina heqdestiya xwe dest ji kar berdan. Karkerên li
Tozluyê ji bo ku daxwazên wan bên bi
cîhanîn, 4 roje di çalakiya
karberdanê de ne.
Qirêjî
nikare kena zorakan veşerê lê...
Dema ku mirov diçe herêma
Tozluyê bi sedan konên karkerên
demsalî mirovan pêşwazî dikin.
Karkerên kurd bi konan qampek xizaniyê ava kiriye.
Jin, zarok, kal û pîr, zilam û xort di
nava şertên giran de jiyana xwe didomîn.
Herêma Tozluyê wekî navê xwe
herêmekî pir bi toz e. Ji ber axa ku li ser qamp
hatiye avakirin dema ku erebeyekî derbas dibe,
ewrên toza spî bilind dibin û bi ser
qampê de digirin. Jin bi destan, bi sabunê
cîlên xwe dişûn, nan û xwarina
xwe li ser kuçikan di çêdikin. Dema
mirov li qampê dinêre li gel hemû
xeteriya jiyanê lîstika zarokên ku
pêxas dilizîn bala mirov dikişîne.
Qirêjiya ser û ruyê zarokan nikare kena
wan veşêre. Ji xwe li qampa Tozluyê bi
tenê lîstika zarokan û kena li ser
ruyê wan dibe nîşaneya jiyanê.
Barê giran ê li ser pişta kal û
pîran stuyê wan xwar kiriye. Lê dema
mirov ji lîstika zarokan dur dikeve û guh dide derd
û kulên niştecîhên
qampê bi pirgsirêkên mezin re
rû bi rû dimîne.
Niştecîhên qampê herî
zêde ji ber bê avahiyê gazincan dikin.
Di sohbeta ku parlamenterên DTP'ê bi
niştecîhên qampê re dikin de, niştecih
pirsgirikên xwe tînin ziman û wiha
dibêjin: "Em hatin vir, lê ne li vir ava me heye
û ne jî derfetên me yên
jiyanekî mirovahî. Heqdestiya me û
rojaneyên me diyar kirine û dixwazin ku em
vê yekê qebûl bikin. Dibêjin
ger ku hûn vê yekê qebûl nekin,
vê derê bi terikînin û me bi
cendirmeyan tehdît dikin. Em di nava toz û
axê de dijîn. Li vir gelek dupişk hene û
em di nava talukeyek mezin de dijîn. Me bi erzanî
didin xebitandin. Dema em nexebitin ji me re avê
naînin." Niştecîhên qampê
serê torbeyek pîvazan milyonek û 650
hezar pere distînin û dixwazin ku ev yek bibe 2
milyon. Gundiyên Karailyas bi tu awayî
nahêlin ku niştecihên qampê
berjêrî gundê wan binin, avê
binîn an jî pêwistiyek xwe ya din bi
cîh binînin.
Ketina kurdan a gund hate qedexekirin
Zîne Ulug ku ji Rihayê hatiye, da
zanîn ku ev 5 mehe li vir in, lê tu caran
pirsgirêkên wan bi dawî nabin. Ulug
bibîr xist ku bi dehan mirovên wan di riyan de
jiyana xwe ji dest didin û wiha pê de
çû: "Dema em nexweş dikevin û
diçin bijîjk, ji ber ku em kurd in baş li me
nanêrin. Bê tedawî ji me re dermanan
dişînin û me ji ser serê xwe
diqewirînin. Yewmiyeya me kêm e û heqe me
nayê dayîn. Kêm servîsa
dişînin vir û mirov li ser serê hev siwar
dibin dema ku diçin zeviyan. Em nikarin dakevin
gundên derdoran. Li Gundê Karailyas li
cihekî nivîsa "Ketina kurdan a vir qedexeye" hatiye
nivîsandin. Destur nadin ku zilamên me
biçin mizgeftan nimêj bikin."
'Nexweşî derdikevin'
Dayika Sidika ku ji Rihayê hatiye û
paşnavê xwe negot, derbirî ku ji ber
heqdestiyên wan kêm tên dayîn,
ew ketine çalakiya karberdanê û wiha
domand: "Pirsgirêka herî mezin li vir
bêavî ye. Ji ber bêaviyê gelek
nexweşî li vir peyda bûn. Di serî de
nexweşiya virikê û bêhalî
derdikevin holê. Jin zarok û kal hîn
zêdetir tesîrê ji van
pirgsirêkan digirin. Li vir nexweş û
nivîşkan hene, kes li wan nanêre."
Ji zanîngehê hat pîvaza
berhev dike
Haci Kaçmaz jî li Zanîngeha
Înonuyê ya Meletiyê xwendeker e.
Lê havînan ji bo alîkariya malbata xwe
karkeriya demsalî ya zevîyan dike.
Kaçmaz jî ji Amedê hatiye
Polatliyê. Kaçmaz dibêje ji ber ku ew bi
daxwaza karmendan nakin, dixwazin wan ji cihê wan bikin
û ew jî ji ber vê yekê di
çalakiyê de ne. Haci Kaçmaz
jî dibêje ku ew li gorî torbeyan
dixebitin, lê xwediyê kar her sal torbeyan mezin
dikin. Kaçmaz jî ji ber
bêaviyê gazinc kirin.
'Nahêlin kurd nimêjê
bikin'
Xalê Hesen jî ji
Mêrdînê Hatiye Polatliyê.
Xalê Hesen jî got ku di konan de 30 hezar mirov
hene û karkeriya demsalî dikin û got ku
li hemberî wan nîjadperestiyek mezin heye, her wiha
ew wekî mirov nayên hesibandin. Ji Rihayê
Xalê Ahmet jî ji gundiyên tirk gazinc
kirin û got ku bi tu awayî nahilên ku
karkerên kurd dakevin gundên wan, avê
bigrin û pêwistiyên xwe bi cîh
bînin û wiha domand: "Nahêlin ku em
biçin mizgeftan. Em nimêja xwe di van konan de
dikin. Lê em nikarin nimêja înê
bikin. Me erzan didin xebitandin û heqdestiya me jî
nadin. Em dixwazin me wekî mirovan bibînin."
Di qampê de zarokek 8 mehî ya bi
navê Elîf di hembêza dayika xwe de bala
mirov dikişîne. Elîf bi sorikê ketiye.
Dayik û bavên wê biriye bijîjk.
Bijîjk derman dane û gotiye divê
Elîf paqiş bê girtin. Lê di nava toza
qampê de ne mimkun e ku Elîf baş bibe.
Ji bo çareseriya vê
pirsgirêkê parlamenterên DTP'ê
li Riha, Sakarya û Polatliyê
lêkolîn kirin û karkerên kurd
guhdarî kirin. Parlamenterên DTP'î soz
dane karkerên kurd ku pirsgirêkên wan
bibin parlamentoyê, bi hikûmetê,
rêyedarên herêmî û
Wezareta Çandiniyê re
hevdîtinê bikin.
28.08.2007