WAN (DÎHA24.09.2007 ) - Darên li dora gora zanyarê kurd ê bi nav û deng Feqiyê Teyran ku li Gundê Verezuz ê girêdayî Navçeya Miksê ya Wanê ye, ji ber ku wekî 'pîroz' tên hesibandin, ev 600 sal in, li cihê xwe dimînin.
Gora zanyarê kurd Feqiyê Teyran û malbata wî ya li Gundê Verezuz (Kartalkaya) ê girêdayî Navçeya Miksê (Bahçesaray) wekî muzeya servekirî ye. Piþtî mirina Feqiyê Teyran cihê ku gora malbata wî lê ye, wekî 'pîroz' hate hesibandin, lewre yek darek li dora vê herêmê jî nehatiye birîn û qocikek nehatiye komkirin. Ev herêm ji ber qocikên (qurm) daran ên 600 salan, wekî muzeyek servekirî ye. Þêniyên gund jî, ji ber ku li dora gorê peykerek nehatiye çêkirin, bi gazinc in.
Feqiyê Teyran kî ye?
Feqiyê Teyran di sala 1590'an de li Gundê Miks ê girêdayî Colemêrgê ji dayik bû. Miks piþtre bi ser Wanê ve hate girêdan û bû navçe. Feqiyê Teyran ku kurê mîrekî kurd e, mîratî danî aliyekî û jiyana xwe bi lêgerîna teyrek efsanevî borand. Bi salan li Mezopotamyayê cihek û gundekî ku neçûyê, ji bo dîtina teyrê efsanewî dengbêjekî ku pirs ne kirî nehiþt. Li gorî qeydên hatine girtin, Feqiyê Teyran di sala 1660'an de li Navçeya Hîzana Bedlîsê jiyana xwe ji dest da.
Piþtî mirina Feqiyê Teyran ku li herêmê gelekî jê dihat hezkirin, li ser cihê ku dê lê bê definkirin, di navbera hezkiriyên wî yên li Miksê û Hîzanê nîqaþ derket. Li ser vê yekê 2 tabutên bi heman rengî û heman giraniyê hatin çêkirin û ji miksiyan hate xwestin ku yekê hilbijêrin.
Miksiyan jî yek ji tabutan hilbijartin û li goristana ku gorên malbata Feqiyê Teyran lê ne yê li Gundê Verezuz defin kir. Hîn jî nayê zanîn ka cenazeyê Feqiyê Teyran di kîjan tabûtê de bû. Alimên li herêmê dibêjin ku Feqiyê Teyran li cem malbata wî hatiye definkirin.
(Wêne: Ubeydullah HAKAN)