Politika-Bi belgeyan derkete holê ku MÎT’a tirk li Tirkiyeyê perwerdehiya sûîkastê dayê 44 tirkmenan û ew ji bo kuştina Celal Talabanî û hevsera wî Hîroxan şandine başûrê Kurdistanê. Îtîrafkar got ew li midûriyeta polîsan a Vatanê perwerde bûne.
Ji devê sîxurekî -1
Nûçeya Azadiya Welat ya der
barê sûîkasta li hemberî
serokên kurd de, rast derket. Azadiya Welat di
12’ê tebaxê de
nûçeyeke bi ser navê ‘Li
dijî serokên kurd plana êrîş
û sûîkastê’
dabû û ev nûçe
bûbû manşeta rojnameya Azadiya Welat. Di
nûçeyê de hatibû
destnîşankirin ku ji bo kuştina serokên kurd
ên li Herêma Federal a Kurdistanê,
tirkmen ji aliyê JÎTEM û
MÎT’a tirk ve têne perwerdekirin. Li
gorî belgeyên ku rojnameyê bi dest xist,
di serî de Serokdewletê Iraqê Celal
Talabanî, hevsera wî Hîroxan û
ji bo ku serokên kurdan bikujin, li Stenbolê 44
tirkmen hatine perwerdekirin.
Hevkariya Tirk û Ereban
Beriya niha me û Azaddiya Welat gelek caran bi
nûçeyên xwe yên cuda cuda
aşkera kir ku Tirkiye li başûrê
Kurdistanê hewl dide ku bi destê
sîxurên xwe aloziyên mezin pêk
bîne. Bi taybetî jî ji hin
çavkaniyên pê bawer û saxlem
hatibû ragihandin ku Rêxistina
Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT)
hin tirkmen, ereb û kurdên ku hevkariya
Tirkiyeyê dikin, perwerde dike û ji bo
çalakiyên sûîkastê
dişîne Herêma Federal a Kurdistanê. Her
wiha bi riya hin hêzên li
herêmê, dixwaze qetlîaman li
başûrê Kurdistanê pêk
bîne. Vê yekê jî
zêdetir bi riya hêzên
îstîxbaratê yên li
herêmê pêk tîne.
Pasaporta Kanadayê
Yek ji van sîxurên
MÎT’a tirk ku li Stenbolê hatiye
perwerdekirin, beriya 10 rojan li Kerkûkê hate
girtin û gelek rastiyên
têkildarî mijarê raxistin ber
çavan. Kesê bi navê Mihemmed
Seîd Elî ligel pasaporta ku ji dewleta
Kanadayê hatiye standin û gelek belgeyên
din ji aliyê asayîşa Kerkûkê ve
hate girtin. Rayedarên Ewlekariyê yên
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dan
zanîn ku ew guman dikin, pasaporta Mihemed Seîd
Elî ku ya ji Kanadayê hatiye standin, sexte be
û ew bi riya hêzên navneteweyî
yên îstîxbaratê hatibe
bidestxistin.
Îtîrafên berfireh kirin
Derket holê ku ev kes yek ji kadroyên
perwerdekirî yên
MÎT’ê ye û ew di bin
navê endamtiya partiya tirkmenan xebatên xwe
yên nepenî dimeşîne. Mihemmed
Seîd Elî piştî hate girtin,
fermanên ku MÎT’a tirk dane wî
û kesên ku ew perwerde kirine yek bi yek vegotin.
Belgeyên di destê Mihemmed Seîd
Elî de nîşan didin ku sîxur
kengî bi çi awayî
çûye Tirkiyeyê û li
kîjan navendê hatiye perwerdekirin.
Dê Talabanî bikuştana
Seîd Elî, di îtirafên
xwe de, aşkera dike ku dê li dijî kî
sûîkastê bikirina. Elî, di
îtirafên xwe de wiha dibêje:
“Fuzeyên aîdê
komîteya suîkastê hebûn. Talat
Abdullah û Şehab Ehmed ku berpirsên qadan
bûn, cihê fûzeyan dizanîn.
Talat Abdullah di komputuran de karîkatûr
û rismên rayedarên kurdan û bi
taybet jî yê Mam Celal û hevsara
wî Hîroxan li sûîkastvanan
belav kir. Yê ku wan wêneyan belav dikir
jî kesê bi navê Firaz Talat bû.
Ew bixwe ji taxa Sînaeyê ya
Kerkûkê ye. Niha di mala Talat Abdullah de 3
çekên keleşnîkof, 2 demance, yek
jî serê demançeyê ya
bêdeng (susturucu) û komputurek û
çend CD’yên ku
dîmenên sûîkastan de hene,
heye.”
Komîteya sûîkastê
Mihemmed Seîd Elî ku bi eslê
xwe ji gundê Kifriya bi ser Kerkûkê ye,
der barê plana sûîkastê de,
agahiyên bi qedr û qîmet dan. Li
gorî îtirafên Elî,
berpirsê kesên ku
sûîkastê dikin albayek e. Seîd
Elî di îtirafên xwe de wiha
dibêje: “Piştî hilweşîna
rejîma baasê, min bi riya kesê bi
navê Şehab Ehmed Ereb têkilî bi Eniya
Tirkmenan re danî. Kesê bi navê Ehmed
Ereb, ez xistim Komîteya
Sûîkastê. Min li vir endamên
sûîkastê Talat Abdullah, Hemîd
Yariz û Muqaddem Immad nas kir.”
Albay Yaşar kî ye?
Seîd Elî îtîraf dike
ku piştî ku baweriya Komîteya
Sûîkastê bi wî hatiye ew bi
gelek kesan re daye nasandin û wiha got:
“Herî dawiyê min kesekî bi
navê Albay Yaşar nas kir. Ew berpirsê
Komîteya Sûîkastê bû.
Ji rewşa wî diyar bû ku ew ji Tirkiyeyê
ye. Her wiha ew li başûrê Kurdistanê
bisteh û rehet bû. Ango herêm baş nas
dikir. ”
Planên sûîkastê
Li gorî îtirafan kesên ku
dê sûîkast pêk bînin,
bi wesayîtekî bi markaya Dolphîn ku
rengê wê spî ye, dibin bajarê
Zaxoyê û li wir bi kesekî re didin
nasandin. Seîd Elî, wiha behsa wî
kesî dike: “Ji min re gotin ew kes ji
Tirkiyeyê ye û endamê
MÎT’ê ye. Her wiha gotin
berpirsê hemû Eniya Tirkmenên li
Iraqê ye. Pasaporta Iraqê li ser hebû.
Wî kesî ez çend caran bi xwe re birim
Bexda, Hewlêr û Silêmaniyê.
Wî kesî ji min re got; tu êdî
ajokarê Komîteya
Sûîkastê yî. Piştre ez xistim
civînên bi dizî. Di civînan de
planên sûîkastê dihatin
kirin.”
HEWLÊR
22.08.2007