Politika-Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, ku Serokatiya Demê ya Yekitiya Ewrûpayê dike, diyar kir, ku rewşa Ocalan ji aliyê Elmanyayê ve ji nêz ve tê şopandin. Merkel xwest, hemû girtîgehên li Tirkiyê di çarçoveya peymanên navnetewî de ji kontrola heyetên serbixwe re werin vekirin.
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, bersiv da
nameya Seroka Komeleya Demokrasî û
Huqûqê ya Navnetewî MAF-DAD
Annî Pûes a li ser rewşa tenduristiya
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Merkel: Em Îmraliyê ji nêz ve
dişopînin
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel di nameya xwe
de diyar kir, ku rewşa Ocalan ji nêz ve dişopînin
û ev xal destnîşan kir: ‘Komara Federal a
Elmanyayê her bûyerên der heqê
Ocalan de diqewimin ji nêz ve dişopîne. Dixwazim ji
we re bêjim der heqê mijara
jehrdayînê de her rêya
huqûqî li pêşiya we vekiriye.’
‘Divê hemû girtîgeh ji
kontrolê vekirî bin’
Merkel di dewama nameya xwe ya bersivdayînê de
diyar kir, ku divê hemû
girtîgehên Tirkiyê ji kontrola
heyetên serbixwe re vekirî bin. Ji bo
pêşîgirtina li êşkencê
pêwîste peymanên navnetewî
yên pêwendîdar bicih anîn.
MAF-DAD dosya da Merkel
Nameya seroka yekemîn a Maf-Dad’ê
Parêzer Annî Pues, di 17’ê
Adara sala 2007’an de radestî Serokwezîra
Elmanyayê Angela Merkel hatibû kirin. Di
nameyê de behsa rewşa tenduristiya Ocalan hatibû
kirin û her weha dosyayeke dorfireh hatibû
pêşkêşkirin.
22.05.2007