Feedback    Send News  
Languages
Sprache für das Interface auswählen

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menu Deutsch

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

Newroz 2011/ Zelte Losung

DTK Democratic Autonomy

TURKEY AND IRAN
GREIFEN ZIVILE GEBIETE AN

Waffenstilstand vorbei
Neue Phase hat begonnen

KCK Statement 5 points

Schluss mit der Isolation!

Abdullah Öcalan: Krieg und Frieden in Kurdistan.
 


Stoppt die Hinrichtungen in Iran

Schluss mit der Kriminalisierung

Kurdistan Report

Metropolan bikin qada þer'
Geschrieben von admin am Sonntag, 01. Juni 2008
löjl
özel dosyalar ANF - Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) yê Qada Zagrosê Îskender Dêrik diyar kir ku gerîla li hemberî êrîþên dewleta tirk û Îranê berxwedaneke mezin pêk tînin û banga bilindkirina têkoþînê ya li metropolên Tirkiyeyê li ciwanên kurd kir. Dêrik got ku gerîla dê bersivê bide êrîþên lîncê yên ku li metropolên Tirkiyeyê pêk tên û destdirêjiyên leþkerî.
Fermandarê HPG’î Îskender Dêrik anî ziman ku Artêþa Tirk li hemberî gerîlayan têk çûye û wiha got: “Dewleta tirk berxwedana gerîlayan a li Zapê û helwesta gelê kurd a di Newrozê de hezm nekiriye. Êrîþkariya dewleta tirk ji vê yekê diqewime. Hikûmet û artêþ ji bo ku têkçûna xwe veþêrin komên farîþt berî kurdan didin û hewldanên ji bo lînckirina kurdan pêk tînin.”

Dêrik got ji bo ku di navbera gelên kurd û tirk de pevçûn dernekeve. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêveberiya PKK’ê roleke mezin lîstiye û wiha pê de çû: “Lê ligel zêdebûna êrîþan hêzên gerîlayan pir hêrs bûne û sebrê wan nemaye. Gerîla li hemberî her cureyê êrîþê amade ye. Heke îro li hemberî ev qas êrîþan heke hêza gerîlayan dernekeve derveyî kontrolê, ev ji feraseta têkoþîna bi kontrol a Rêbertiya me û ji baweriya ji bo aþtiyê diqewime.”

‘Gerîla hêj gotina xwe negotiye’

Fermandarê HPG’î Dêrik got, ‘gotina gerîlayan ji bo her rewþê heye’ û wiha derbirî: “Bila vê gotinê zû bi me nedin gotin. Yên ku me nas dikin dizanin ku gerîla bersivên çawa dide. Bila tu kes li hemberî bombebarana tê kirin bêdengbûnê ji me hêvî neke. Em ê li hemberî înkar û îmhayê bi her amûrî gelê xwe biparêzin. Dixwazin ku ev terora faþîst a li hemberî me pêk tê bê dîtin. Divê baþ bê zanîn ên ku vê helwesta êrîþkar nabînin em ê wekî hevkarên van êrîþan bi nav bikin.”

Tirkiye û Îran pêkve êrîþ dikin

Dêrik anî ziman ku ji civîna MGK’ê ya 24’ê nîsanê pê de pêvajoyeke nû daye destpêkirin û got Tirkiye û Îran êrîþên xwe yên hevpar zêde dikin. Dêrik diyar kir ku di van êrîþan de piranî kesên sivîl dibin hedef û wiha got: “Ev êrîþ zêdetir zirarê didin kesên li ser sînor li gundê xwe, rêncberî, þivantiyê dikin.”

Hiþyariya ji bo JÎTEM’ê

Dêrik bal kiþand ser çalakiyên ajanên JÎTEM’ê yên li devera Colemêrgê zêde dibin û gel li hemberî JÎTEM’ê hiþyar kir û wiha got: “Em baþ dizanin ku li ser sînor li pey hin komployan e. Divê gel li hemberî wan hîstiyar be.” Dêrik bi bîr xist ku bi rêbaza serbest berdana qaçaxçîtiyê hewl didin ku hin agahiyan bigirin û got haya me ji van fend û fêlan heye.

Dêrik anî ziman ku kesên li Colemêrg, Gever û Þemzînanê ligel ku hatine hiþyarkirin û dest ji karên xwe yên gemar bernadin dê navên wan aþkera bikin.

Bang li ciwanan kir

Dêrik bang li ciwanên kurd kir ku li hemberî konsepta înkar û îmhayê têkoþîna aktîf bê bilindkirin û wiha got: “Gerîla dê di çeperên xwe de bersiva xwe bide. Lê divê ciwan jî bêdeng nebin. Li her qadê têkoþînê berz bikin. Li hemberî van êrîþên berfireh divê metropolan bikin qada þer.”
die letzten 5 Artikel
Einstellungen
Artikel Bewertung
Ergebnis: 0
Stimmen: 0

Bitte nehmen Sie sich die Zeit und bewerten diesen Artikel:
Excellent
Sehr gut
Gut
Okay
Schlecht

Verwandte Links

Der meistgelesene Artikel zu dem Thema özel dosyalar: