Feedback    Send News  
Languages
Sprache für das Interface auswählen

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menu Deutsch

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

Newroz 2011/ Zelte Losung

DTK Democratic Autonomy

TURKEY AND IRAN
GREIFEN ZIVILE GEBIETE AN

Waffenstilstand vorbei
Neue Phase hat begonnen

KCK Statement 5 points

Schluss mit der Isolation!

Abdullah Öcalan: Krieg und Frieden in Kurdistan.
 


Stoppt die Hinrichtungen in Iran

Schluss mit der Kriminalisierung

Kurdistan Report

NGO: Bi Ocalan re diyalog
Geschrieben von admin am Mittwoch, 21. Juli 2010
löjl
güncel 649 saziyên sivîl û civakî yên 20 bajarên herêmê piştî komcivînê çareseriya pirsgirêka kurd, encamnameya civînê bi raya giştî re parvekirin. Di encamnameyê de rawestandina operasyonan û bêçalakiya PKK'ê hate xwestin. Dîsa hate xwestin ku siyasetmedarên kurd û mexdûrên TMK'ê serbest bên berdan. Saziyan, xwest makeqanûnek demokratîk bê avakirin û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re têkevin diyalogê.

Li Amedê 649 saziyên sivîl û civakî yên ji 20 bajarên herêmê hatibûn piştî 2 roj berê komcivîna çareseriya pirsgirêka kurd pêk anîn, encamnameya civînê li Sumerparkê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Encama komcivînê Serokê Odeya Tabîban a Amedê Şemsettîn Koç xwend. Koç, anî ziman ku pevçûnên li herêmê aboriya herêmê têk dibe û ji bo rê li pêşiya pevçûn û operasyonan bigrin dê têkevin nava liv û tevgêrê. Koç, anî ziman ku gelê kurd nirxê dide bangên wan, lê hikûmet banga wan her tim paşguh dike. Koç, destnîşan kir ku bi şîdet û pevçûnê pirsgirêka kurd çareser nabe.

ROLEKÎ ÇALAK BILÎZIN
Koç, xwest ku siyasetmedar û şaredarên kurd yên hatine girtin bên berdan û wiha pêde çû: "Girtina siyasetmedaran û ya zarokan wijdana civakê birîndar dike. Bila zimanê aştiyê bê bikaranîn, ev zimanê şer tu çareseriyê nafirîne. Ji bo çaresiriyê lazim e hemû kes peywira xwe bicihbîne. Em di pêvajoya muzakereyê de dê rolekî çalak bigirin."

BI OCALAN RE DIYALOG
Piştî, daxuyaniyê Koç pirsa rojnamevanan ya wekî "Hûn ê di pêvajoya muzakereyê de rol bigirin an na?" bersivand û got, "Ji bo aştiyê lazim e di serî de Serokomar, akademîsyen, rewşenbîr û rojnamevan di vê pêvajoyê de rol bigirin. Divê bi Ocalan re ji bo çare- seriyê hevdîtin pêk bên." Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Parêzer Sezgîn Tanrikulu, jî got ku di pêvajoyê de dê rolekî çalak bigirin û rasterast dê tevli pêvajoyê bibin.

Banga rawestandina çekan kirin

Koç, diyar kir ku ji bo çareseriyê lazim e di zûtirin demê de herdu alî jî çekan bêdeng bikin û got, "Bila artêş dest ji operasyonan berde, PKK jî dest ji çalakiyan berde." Koç, nav neda lê belê xwest bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê çêkirin.

Koç, daxwazên 649 rêxistinên civakî yên sivîl wiha rêz kir:
-Bila makeqanûnek nû ya demokratîk bê çêkirin.
- Lazim e zagona partiyên siyasî bê guhertin û bendava hilbijartinê bê daxisitin.
- Pêkanîna têkildarî zarokên maxdûrê TMK'ê di zûtirin demê de bila bê çêkirin. Her wiha bila TMK jî bê rakirin.
die letzten 5 Artikel
Einstellungen
Artikel Bewertung
Ergebnis: 0
Stimmen: 0

Bitte nehmen Sie sich die Zeit und bewerten diesen Artikel:
Excellent
Sehr gut
Gut
Okay
Schlecht

Verwandte Links

Der meistgelesene Artikel zu dem Thema güncel: