NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Navên 4 gerîllayên HPG'ê ku di peçûna li çoltera Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabûn, diyar bûn.
Li gorî nûçeya MHA'yê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê (NRÇ) ya HPG'ê îro der barê pevçûna li Dêrsimê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li gorî agahiyên ku gihîştin destê me, di 8'ê îlonê de li qadên Zergoît û Ok ên li çoltera Dêrsimê, operasyon hatiye destpêkirin. Di operasyona artêşa tirk de, di 9'ê îlonê de saet derdora 11.00 û 12.00'yê nîvro de yekîneyek operasyonê ku li eraziyan lêgerîn dikir, rastî komek gerîlayên me hat. Di navbera wan û gerîlayên me de temas çêbû. Di temasê de artêşa tirk bi firokên Kobra, teknîka şer bikar aniye. Pevçûn saetek dom kiriye. Piştî pevçûnê, 4 gerîlayên me bi lehengî liberxwe dane û şehîd ketine."
Di daxuyaniyê de hate gotin ku nasnameyên gerîlayên HPG'ê ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne; Mahmut Demîr (Canfeda) 1982 Wan-Elbak, Nazmî Abdurrahman (Firat-Mazlum) 1984 Şam, Osman Cengîz (Serhad Tendurek) 1984 Bazîd û Mizgîn Hadî (Şervîn Şengal) 1978 Tîlcemal-Dêrik.
13.09.2005