AzadiyaWelat-BRUKSEL - Di pêvajoya ku tê xwestin televizyona gelê kurd ROJ TV bê girtin gaveke nû ya di tama mizgîniyê de hate avêtin. Di medya kurdî de televîzyoneke nû Newroz TV îro dest bi weþana xwe ya testê kir.
Newroz TV, îro li gorî wexta Ewropayê
saet di 8’an de dest bi weþana xwe ya testê kir.
Weþana testê ya Newroz TV, wê heta demekê
ji saet 8’an heta 10’an bi 2 saetan dewam bike.
Rayedarên Newroz TV’yê dan xuyakirin, ku
ew ê hewl bidin bibin dengê kurdên li
Rojhilatê Kurdistanê. Hat ragihandin, di weþana
Newroz TV de, tevî zimanê kurdî
wê bi farsî jî weþan were kirin
û xîtabî tevahiya gelên li
Îranê bike.
Tê payîn ku
Newroz TV di Newrozê de dê dest bi weþana xwe ya
asayî bike. Newroz TV di dema weþana testê de
wê sibeha saet ji 8’an heta 10’an
bê weþandin. Li ser ekranê logoya Newroz cih digire
û di tevahiya weþanê de muzîka bi
hemû zaravayên kurdî tê
pêþkêþkirin.
Frekansê Newroz
TV’ê:
Satlît: Hot Bird 8 at
13.0°E
FREKANS: 12476
SYMBOL-RATE:27500
FEC:3/4
POLARISION: Horisont
SID: 10606
Audio: 703
NID - TID: 318-8900
21.02.2007