OP 23.08.2008- Ji ber taybetiyên civaka feodal û oldar heta sedsala dawî hunera jinên kurd hatiye qedexekirin, þerm hatiye dîtin. Her çiqas rê li ber hatibe girtin jî dîsa dengbêjên jin ji nav civaka bindest derketine û bi deng û hunera xwe pêþengiya civaka nûjen kirine.
Jin bi rengê xwe, bi berhemdariya xwe jiyaneke nû dihûne û bi rê ve dibe. Dema ku hemû qadên civakî li jinan tê qedexekirin, tê xwestin ku bi her awayî qeyd û bend li zimanê wan jî bê xistin. Jinan çi karê ku kiribin, stranek avêtine ser û bi stranê, xweþî, zehmetî, hêvî û daxwaziyên ku di jiyanê de nikaribûne bi rihetî bînin ziman, strane. Li zeviyan, kaniyan, beravan, bêrîvaniyê, nanpêjiyê, di þer û aþtiyê de tu caran awaza jinan a xweþ û þîrîn qut nebûye.
Denbêjî bipêþ ketiyeDengbêjî yek ji aliyê jiyana kurdan a herî pêþketî ye. Ji ber taybetiyên civaka feodal û oldar jinên kurd heta sedsala dawîn jî nikaribû wekî jinên miletên din bi rihetî stranên xwe bibêjin û hunera xwe bi profesyonelî biafirînin. Hunera wan hatiye qedexekirin, eyb û þerm hatiye dîtin û hatine cezakirin. Her çiqas rê li ber hatibe girtin jî dîsa hinek jinên wekî Meyrem Xan, Eyþe Þan, Sûsika Simo, Zadîna Þekir, Belga Qado ji nav civaka bindest derketine û bi deng û hunera xwe pêþengiya civaka nûjen kirine.
Pêþenga yekemLi Kurdistanê Meyrem Xan yekemîn pêþenga stranbejên jin ên kurd e. Meyrem Xan yekemîn jina kurd e ku bi zaravayê kurmanciya bakur stran li ser qewanan (plakan) tomar kirine. Di sala 1904’an de li Dêrgula Botanê hatiye dinyayê. Di sala 1915’an de malbata wê bar dike Qamiþloyê. Meyrem Xan ji wê derê diçe Mûsilê û di dawî jî li Bexdayê dimîne. Di navbera 1935 û 1947’an de tim li radyoya Bexdayê dixebite. Bi gelek stranbêjên navdar ên kurdan ên wekî Mihemed Arifê Cizrawî re stranan dibêje. Dengê wê ew qas xweþ û zelal e ku wê demê jê re dibêjin Sultana Kurdan. Ligel gelek stranên folklorîk, klamên ku evîn û evîna welat, berxwedan û serhildanên kurdan vedibêjin gotine û beste kirine. Nêzî dused besteyên wê hene. Lê îro di destê me de nêzî bîst stranên wê hene. Meyrem Xan ji bo hunera kurdî zehmetiyeke gelekî mezin kiþandiye û kedeke mezin daye. Ji bo wê jî nav û hunera wê heta roja îro jî tê zanîn û hezkirin. Meryem Xan sala 1949’an, li bajarê Bexdayê di nava xeribî û êþên mezin de çû rehmetê.
Dengbêja nemir Eyþe ÞanDîsa yek ji awazxweþ û dengþalûrên kurdan Eyþe Þan e. Dengbêja nemir Eyþe Þan li Amedê di sala 1938’an de ji dayik dibe. Bavê Eyþe Þanê dengbêjekî navdar e. Dengbêjiyê ji bavê xwe û þevbêrkên ku li mala wan çêdibin hîn dibe. Cara pêþîn di bîst saliya xwe de, di demeke ku bandora olê li ser gel pir bûye û helwesta asîmîlasyonê gelekî dijwar bûye de dest bi stranan dike. Weke jineke kurd hemû kevneþopî û adetên bav û kalan tar û mar dike, li dijî wan serî hildide. Bira û mirovên wê sond dixwin ku wê bikujin. Ji ber ku li gorî kevneþopiyan pir eyb bû ku jinek di civatan de stranan bibêje. Tenê dayika wê jê re dibe piþt. Zewaca wê, jê re dibe zilm û dimîne. Wê demê kurdî qedexe ye. Du salan di radyoya Dîlokê de bi tirkî stranan dibêje. Dûre diçe Stenbolê. Li Stenbolê stranên xwe bi tirkî û kurdî di gelek plakan de tomar dike. Di 1972’yan de diçe Almanyayê, çend sal li wirê dimîne lê paþê dizivire welatê xwe. Di vegerê de careke din dizewice. Du kur û keçeke wê çêdibin lê zarokên wê jî wê terk dikin. Di sala 1979’an de diçe Bexdayê. Li Bexdayê bi stranbêjên mezin ên wekî Mihemed Arif Cizrawî, Hesen Cizrawî û Îsa Berwarî re stranan dibêje. Dengê wê nalîna hemû jin û dayikên kurd ên dilþewat bû. Di sala 1991’ê de diçe Izmîrê. Di 1996’an de piþtî nexweþiyeke giran, di rewþeke xizan de, di nexweþxaneyekê de bi tenê û bêkes diçe ser dilovaniya xwe.
Li Qefqasyayê dengbêjDi nav kurdên me yên Qafqasyayê de dengbêja jin a yekem Sûsika Simo bû. Di sala 1946’an de li ser navê gelê kurd derdikeve ser dikê û klamên kurdî dibêje. Heta wê demê dewletê tu dengbêjeke/î kurd qebûl nekiriye û Sûsika Simo cara pêþîn li ser dika dewletê, li Ermenistanê kilam gotiye. Li hemû welatên Sovyetê derketiye pêþberî gel û stran gotine. Bi klama xwe ya ‘Miho’ hate nasîn û bi vê klamê hate hezkirin. Piþtî ku bi yekî ermen re zewicî ji aliyê kurdên Sovyetê ve nehatiye hezkirin û jiyaneke wê ya bi kul û êþ hebûye. Ji ber ku wê demê kurdên Sovyetê nedihiþtin ku keçên wan bi xortên ji ol û neteweyên din re bizewicin. Di 1965’an de li Meydana Sor konser daye. Sûsika Simo wê demê ji ber bêderfetiyan mixabin tu kaset dernexistiye.
Dengbêjeke navndar bûZadîna Þekir jî wê demê dengbêjeke navdar bû li welatê Sovyetê. Ligel xebata li Radyoya Êrîvanê derdiket konseran jî. Ew jî ji ber ku bi xortekî ermen re zewicî ji aliyê civaka kurd ve nehat qebûlkirin. Kurdên êzidî nikaribûn bi xortên xerîb re bizewicin. Pêkutiyên li ser wê ew qas bi pêþ de çûn ku di dawiyê de ji hevalê xwe veqetiya. Bi Egîdê Cimo re li ser muzîka kurdî gelek xebatên wê çêbûne. Bi kilama xwe ya ‘Dêra sorê biçûk e, lê lê lê lê’ tê nasîn.
Dengekî xweþ û zelalDîsa Belgia Qadir jî yek ji dengbêjên navdar ên ku di nav hezar êþ û zehmetiyan de ji muzîka kurdî re xizmetê kirine ye. Bi Kerapêtê Xeco û Egîdê Cimo re gelek kilam gotine. Di salên 1980’yî de piþtî ku Tevgera Azadiyê dest bi têkoþînê kir êdî jina kurd jî wekî her qadê jiyanê di hunerê de jî ciyê xwe girt û dest bi afirîneriya xwe kir. Dengê xwe yê xweþ û zelal berda ser civaka bindest û tevî can û ruhê xwe hunera xwe jî xiste xizmeta azadiya kurdan.
Dengbêjeke gerîlaGurbet Aydin, (Þehîd Mizgîn) di 1962’yan de li Êlihê ji dayik bûye. Di 1980’yî de tevli refên Tevgera Azadiyê bûye û li Ewropayê di xebatên avakirina Huner-Komê de cih girtiye. Pê re jî di xebatên jinan ên Ewropayê de, di Yekitiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê de cih girtiye. Mizgîn paþê vegeriya welat û gerîlatî kir. Kasetên wê yên ku bi Koma Berxwedan re derxistine tevî ku ji 20 salî zêdetir e jî, hemû kilamên wê hê jî li ser zaran in û her tim tên guhdarîkirin. Ozan Mizgîn, di 11’ê gulana 1992’yan de li gundekî Tetwanê, di serdagirtineke leþkerên tirk de bombeyê li ber xwe diteqîne û þehîd dikeve.
Kevoka azadiyê bûDelîla Meyaser di 1982’yan de li Farqîna Amedê ji dayik bû. Keça farqînî ku ava ji kanî û rûbarên Mahsûm Korkmaz vexwaribû, êdî biryara xwe dabû. Wê li ser riya Egîd bimeþiya. Bi van hestan berê xwe dabû çiyayên welatê rojê. Piþtî tevlîbûna gerîla di Akademiya Þehîd Sefkan de perwerdeya xwe dibîne. Deng û awazên Delîlayê ji bo hemû dê, bav, keç û xortên Kurdistanê dibû coþ û moraleke mezin. Ew dengê bilbilî û kesayeta xurt wê heta hetayê dilê kurdan xweþ bike û ji keç û xortên kurdan re bibe rêber. Ew êdî kevokeke azadiyê ye ku li asîmanê þîn ber bi bêdawiyê ve difire.