ANF 22.07.2010- Meclisa Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê PJAK`ê ku di derbarê krîza navxweyî ya Îranê de daxuyaniyek da da diyarkirin ku yekane riya rizgarbûna ji krîzê, pêkanîna guhertinên demokratîk e. Meclisa PJAK`ê têkoþîna hevbeþ ya gelên Îranê di pêkhatina þoreþa li hember sîstema þahîtiyê de bibîr anî û got, piþtî pêkhatina þoreþê sozên hatibûn dayin pêknehatin.
PJAK’ê bal kiþand li ser binpêkirinên mafên mirov û diyar kir, gelên
Îranê, ji ber nebûna demokrasî, mafê mirov, mafê jin û ji hemûyî
girîngtir, ji ber nebûna mafê diyarkirina çarenûsa gelan, bi têkoþîneke
hevbeþ þoreþ pêkanîn. Ji bo vê þoreþa gelên Îranê, gelek berdêl hatin
dayin. Lê desthilatdaran, di 30 salên dawî de, her ku çû, siyasetên ji
rastî û armancên þoreþê yên destpêkê dûr pêþxistin.
BI HATINA EHMEDÎNECAT RE ÊRIÞ ZÊDE BÛN
Meclisa PJAK`ê, wekî sedema sereke ya krîza niha li Îranê heyî jî, ev
siyasetên deshilatiyê yên li ser înkara daxwazên rewa yên gelên Îranê
nîþan dan û got: "Siyasetên jinavbirin û înkarê yên li ser gelan, di
serdema hemû desthilatdariyan rejîma Îranê yên cuda cuda de, bi þêwazên
curbecur, lê bi heman armancê birêve çûn. Piþtî hatina ser kar ya Mehmûd
Ehmedînejad, êrîþ û siyasetên jinavbirinê yên rejîmê yên li ser gelên
Îranê û bi taybetî li ser gelê kurd, derketin asta herî jor."
Di daxuyaniya Meclisa PJAK`ê de weha jî bal hate kiþandin ser krîza
navxweyî ya li Îranê û riyên derbaskirina wê: "Rê û rêbazên rejîmê yên
di warên siyasî, aborî û civakî de ku li hember gelan birêvediçin, li
hundirê Îranê rê li krîzeke navxweyî vekirin. Çawa di demên dawî de
derkete holê, bi vî rengî nêzîkbûn, ne ku pirsgirêkan çareser dike, lê
aloziyên heyî kûrtir dike. Lewra, civak roj bi roj ber bi bê-exlaqî û
hejariyê ve diçe. Bi hatina Ehmedînejad re, ev rastiya siyaset û
zihniyetê ya dewlet û rejîma Îranê baþtir aþkere bû."
"HEVKARIYA BI TIRKIYÊ RE NE LI BERJEWENDIYÊN ÎRANÊ YE"
Meclisa partiyê ya PAJK`ê ku di berdewamiya daxuyaniya xwe de, careke
din hevkarî û îtîfaqên Îranê yên bi Tirkiyê rexne kirin got:"Hevkariya
bi Tirkiyê re ku xwe dispêre dijminahiya gelê kurd, ne li qezencên Îranê
ye. Sedema esasî ya tawîzên ku Îran dide Tirkiyê jî, bi rewþa aloz ya
navxweyî ya Îranê ve girêdayiye."
Meclisa PJAKê ji bo derbaskirina krîz û qeyrana ku niha Îran têre derbas
dibe, riya herî rast, pêkanîna guherankariyên demokratîk destnîþan kir.
Peyama PJAK`ê di vê derbarê de weha ye: "Îran divê ji tecrûbeyên welatên
din yên herêmê jî dersên rast derbixe û rêbazekî aþtiyane û demokratîk
pêþbixe. Niha li Tirkiyeyê kurd, piþtî têkoþînek mezin, hatine wê astê
ku daxwaza Xwesriya Demokratîk dikin û ji bo vê yekê kar dikin."
Meclisa partiyê ya PJAK`ê ku di dawiya daxuyaniya xwe de bal kiþande ser
wê ku girîng e Îran, divê qonaxê de helwesta xwe ya li beramber gelan û
bi taybetî jî li beramber gelê kurd, diyar bike, ka ew dê di van
siyasetên xwe de israrê bike yan jî guherankariyan bike.
Di daxuyaniyê de ji derdorên muxalefet, saziyên sivîl, jin û ciwanan û
bi giþtî ji gel jî hate xwestin ku ew bi siyaset û îradeyek serbixwe
tevbigerin û li ser xalên xwe yên hevbeþ yekîtiya xwe xurt bikin.