Feedback    Send News  
Languages
Arabirim Dilini Seçin:

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Türkçe Menü

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

Newroz 2011/Barýþ Çadýrlarý

DTK Democratic Autonomy

DTK Demokratik Ozerklik Modeli

SURIYE'nin Kürt Politikasi

Tecrite Son!

Ateskes Bitti
Yeni donem Basladi

HEDEF SIVILLER

KCK Statement 5 points

Cok Dilli Cok renkli devrim

GABB Raporu

Bolum 1, 2, 3, 4, 5

DTP Demokratik Cozum Projesi

Kurdistan Ulusal Kongresi KNK

Terör nedir?

Parlementoya Kurd ji ber bombaran û derbaskirina Îranê civîna awarte pêk anî
Yazar Tsiatsan Tarih: Çarşamba, 09. Haziran 2010
löjl
güncel DIHA 09.06.2010- Perlemantoya Herêma Federal a Kurdistanê, civînek awarte li dar xist. Di civînê de êriş û derbaskirina leşkerên Îranê ya sînora Herêma Kurdistanê hate nirxandin.
Perlemana Herêma Kurdistanê, 10'emîn civîna awarte sazkir. Di civîna taybet de, bombaranê hêzên Iranê yên li ser gundên Herêma Kurdistanê û derbaskirina sînor hat nîqaş kirin. Di civînê de Serokê Perlemana Herêma Kurdistanê Dr. Kemal Kerkukî û sekreterê Perleman Firset Ahmed û gelek perlemanter beşdarî civînê bûn. Ji 111 parlementeran nêzî 30 perlemanterên amade nebûn. Kemal Kerkukî: êrişên Iranê buye sedema şehîd û birîndarbûna gundiyên li herêmê ne
Perlemana Herêma Kurdistanê Dr. Kemal Kerkukî, êriş û bombaran û derbaskirina sinor ji aliyê Iranê ve şermezar kir. Kerkukî, anî ziman ku Hêzên Îranê her ji 31'ê Gulana 2010'an heta îro bombarankirina navçeyên sinor bênavber dom dike. Ji ber vê yekê gelek welatîe şehîd û birîndar bûne û gelek welatî jî cih û malê xwe bûne. Ev êriş bûne sedema tirs û bezariya gelê herêmê. Pêwîste ev êriş werin seknandin û ji sinor jî derkevin."

Perlemanter Nûredînî: Tenê li Qendîlê 759 kes koçber bûn

Lijneya Perlemantoyê, rapora têkildarî bombarandina herêmê û encamê wê aşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku ku ji Qendîlê zêdetirî 2 sed malbat ji ber êrşên Îranê koçberî aliyê Pira Heso kirine û wiha hate gotin: Di rewşek tendrustî û fizîkî ya xirab de dijîn. Pêwîstiya wan bi alîkariyê heye." Ji lijneyên çûne herêmê Perlemanter Omer Nûredînî diyar kir ku tenê li sinora Qendîlê 176 malbat koçber bûne. Nûnedînî, da zanîn ku bi giştî 759 kesan koçber bûne û wiha got: " Me serdana milê qezayê pişder kir. Li nahiye ya Qezadizê gelek xelkên koçber bûne li derên cuda cuda mina kemp akincî (niştecîh) ne. Awareyên Çadrên Gocar ku ji zêwke û serxan û hin derên din koçberî wir bûne jimarê wan 65 malbate ku ev 65 malbat ji 287 kesan pêk hatiye. Awaryên kul i Pira Heso jî dimînin 83 malbatin ku jimarê wan 341 kesin. Awareyên kuli çadira Xwarane ya dola Sêwes ji 28 malbatan pêkhatiye ku jimarê tev kesên wî jî 131 kesan pêk hatiye."

'Kes hate kuştin û kesek jî birîndar bû'

Nûredînî da zanîn ku di bombaranê de keça 15 salî a binava Besoz Cebar Xefûr şehîd bûye û jina binavê Gule Abdûla Resûl jî birîndar bûye Nûredînî, da zanîn ku tû bingeh û bîroyên PJAK an jî PKK'ê li wan cihan nedîtiye û gundiyan jî ev yek piştrast kiriye.

Bila Iran bombaranê biseknîne û ji sinora Herêma Kurdistanê derkeve!

Perlemantoyê ji Îranê xwest ku bombaran biseknîne û ji sinora ku derbas kirî paş ve bikşe. Herwiha Perlemanter Bûrhan Sehîd sofî jî destnîşan kir ku ji bilî leşkerên Îranê leşkerên Tirkiyeyê jî li herêmê bi cih bûne û wiha axivî."Pêwîste ev jî bên agahdar kirin ku derkevin. Pêwîste serokên Iraq û Herêma Kurdistanê bizivirin ser karê xwe."
Her wiha ji aliyê perlemanteran hat xwestin ku Serokê Herêma Kurdistan'ê Mesûd Barzanî û 7 wezîrên pêre seferê xwe ya derve betal bikin û bi zivrin herêmê. Serok Komarê Iraqê Celal Talebanî û Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Berhem Salih kongerya 3'mîn a YNK'ê ji ber rewşê esas a derketşiye holê berdin û ji bo bombaran û derbaskirina sinor nikevin nava kar.
son 5 Haber
Seçenekler
Haber Puanlama
Ortalama Puan: 0
Toplam Oy: 0

Lütfen bu haberi puanlamak için bir saniyenizi ayırın:
Mükemmel
Çok İyi
İyi
İdare Eder
Kötü

İlgili Bağlantılar

En çok okunan haber: güncel: