Feedback    Send News  
Languages
Sélectionnez la langue de l'interface:

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menu Français

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

Newroz 2011/ Chapiteaux du Paix

DTK Democratic Autonomy

Guerre et Paix au Kurdistan


Le cessez-le-feu est terminé
Une nouvelle étape a commencé

Les domaines civiles dans la cible
de l Iran et de la Turquie

KCK Statement 5 points

Dossier IRAN

KNK

Polêsên Elman dîsa avêtin ser malên kurdan
Proposé par DENIZ le Vendredi, 27 Juillet 2007
löjl
dünya Politika-Li bajarên Almanya Gîesse û Malburgê polêsan doh serê sibê ser komeleya Navenda Çanda Kurd a Mezopotamya û gelek malên kurdan ve girt. Di encama serdagirtinan de serokê komeleyê Alî Aktaş û yek ji endamê komeleyê Ekrem Eşîyok û li Malburgê jî Abdurrahman Demîr hate binçavkirin.

Li gor agahiyên hatiye bi destxistin, polêsên Alman doh serê sibê saet di 05.00’an de, li bajarên Gîessen û Malburgê Almanyayê, di heman demê de avêtiyê ser komeleya Navenda Çanda Kurd a Mezopotamya a li Gîessenê û mala serokê komeleyê Alî Aktaş û mala endamê komeleyê Ekrem Eşîyok û Malburgê jî mala Abdurrahman Demîr. Di dema serdagiritinan de derî hatine şikandin û eşyayê malan hatiye belvakirin û herwiha gelek eşyayê li malan û komeleyê jî ji aliyê polêsan ve hatiye desteserkirin. Di encama serdagirtinan de Alî Aktaş û Ekrem Eşîyok hate binçavkirin û hê jî di bin çavan de ye. Polîtîka ya dewleta Alman a li hemberî kurdan her ku diçe hişktir dibe. Her çiqas dewleta alman van serdegirtina weke ‘muxalefetiya li dijî kanûna komeleyan û alikariya bi KONGRA GEL’ ve bide girêdan jî gelê kurd vê yekê wek buyêrên siyasî bi nav dike. Bi van serdagirtinên dawî re, di sala 2007’an de ev cara 5’mîn e ku polêsên Alman ser bê mal û saziyên kurdan ve digrin. Di encama serdagiritinên îsal de zêdetirî 132 mal, komele û sazîyên kar ê kurdan hate lêgerîn û bi dehan kes hate binçavkirin. Yekitiya Komelên Kurd ê li Elmanya yê (YEK-KOM) jî ev bûyare şermezar kir. Herî dawî di 5’ê Tîrmehê de polêsan li bajarên Munîh, Koln û Baden Wurtenbergê di heman wextê de avêtî bû ser 28 mal, komele û saziyên kurdan ê li van bajaran û nivîskarê rojnameya me Haydar İşik jî di navde zêdetirî 20 Kurdistanî hatibû binçavkirin. Di vê navberê de hate ragihandin ku kesên hatine binçavkririn, ji bo lêpirsînê birine Wisbaden ê.

27.07.2007
les 5 derniers articles
Options
Vote article
Score estimé: 0
Vote(s): 0

Prenez une seconde pour voter pour cet article:
Excellent
Très bien
Bien
Moyen
Mauvais

Liens connexes