Feedback    Send News  
Languages
Zimanê navberê hilbijêrin:

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menü Kurdî

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

DOSYALAR!!!!

DTK Democratic Autonomy

KCK Statement 5 points

DTP Projeya Çareseriya Demokratîk

Kongra Netewiya Kurdistan-KNK

The Tîmes: Iraq neçare ku pergala federalîzmê pêk bîne
Nivîskar DENIZ Dîrok: PêncŞem, 19. Cotmeh 2006
löjl
basýnda kürtler NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rojnameya Îngîlîstanê The Tîmesê têkildarî rapora di bin serokatiya Wezîrê Karê Devre yê berê yê Amerîkayê James Baker de hatî amadekirin, agahiyên berfireh dan. Di rapora dê piþtî kongeray Amerîkayê ya meha rezberê bê aþkera kirin de, tê destnîþankirin ku Iraq neçar e pergala federalîzmê bi cih bîne.

Wezîrê Karê Devre yê berê yê Amerîkayê James Baker rapora bi komîsyanekê re têkildarî polîtîkaya Amerîkayê ya Iraqê amadekirî de, agahî dan rojnameya Îngîlîstanê The Tîmesê. Rapor ji bo Kongreya DYA'yê hatî amade kirin, dê piþtî kongreya meha rezberê aþkera bike. Di raporê de agahiyên guherandina polîtîkaya DYA'yê ya li Iraqê tên vegotin.

Di raporê de tê destnîþankirin ku tehlîkeya ji bo leþkerên Amerîkî û Îngîlîstanê herî mezin komên serhildêr in û ev tiþt tên ragihandin: "Bes ev demek e ji ber têkoþîna di navbera þiî û suniyan de hêzên hevpeyman tenê di dema van pevçûnan rawestînin de, leþkerên xwe winda dikin. Bes ev pevçûnên di nav iraqiyan de derdikevin, êdî yekpariya Iraqê ji holê rakirine. Iraq neçar e pergala federalîzmê bi cih bîne. Divê êdî Amerîka dest ji yekpariya Iraqê berde. 18 eyaletên Iraqê hene û ji bo van lazim e federalîzmek pir nerm bê avakirin. Ji bo vê yekê lazim e bi Suriye û Îranê re jî diyalog bê danîn."

Hêzên kurd jî bangek heman kiribûn

Li Iraqê ji xwe kurdan niha dewletek federal ava kiriye û dixwazin federalîzm li tevahiya Iraqê bê bi cihanîn. Her wiha berî ev rapor di çapemeniyê de derkeve jî 3 roj berî niha Serokomarê Iraqê Celal Talabanî daxuyandibû ku divê ji bo çareseriya pirsgirêkan DYA bi Îran û Suriyeyê re bikeve nav diyalogê. Demek berî niha jî Wezîra Karên Derve ya DYA'yê Rîce ji bo xilaskirina þideta li Iraqê banga li Îranê kiribû. Li gorî pisporan ev teva bingeh danîna guherînên polîtîkaya DYA'yê ya li Iraqê ye.

19.10.2006

5 nûçeyên dawî
Seçenekler
Nirxpêdana nûçeyê
Nirxpêdana nêzîk: 0
Tevayî deng: 0

Tikaye ji bo ku hun nirx bi vê nûçeyê bidin kêliyekî xwe bidin.:
Bê hempaye
Gelek base
Base
Nivco ye
Xirab

Girêdanên têkildar

Nûçeya ku herî zêde hatî xwendin: basýnda kürtler: