AW29.02.2008
DOKH dê çalakiyên xwe yên bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi dirûşma, “Li hemberî şer, tundî û bênasnamebûyînê gotina me ya herî dawî Êdî Bes e” di 1’ê adarê de li Pirsûsa Rihayê bi mîtîngeke girseyê bide destpêkirin. Jinên ku wê ji Tirkiye û herêmê beşdarî mîtîngê bibin, dê hem operasyona bejayî ya dersînor şermezar bikin û hem jî êşên ku jinan di 25 salên rewşa bi pevçûn de jiyane vebêjin û daxwaza xwe ya aştiyê dubare bikin
Endama Meclîsa Jinan a DTP’ê Şukran
Dîkmen, têkildarî xebatên ji bo
8’ê Adarê dimeşînin
agahî dan. Dîkmen, wiha axivî:
“Wekî her sal dê îsal
jî 8’ê Adarê bi coşeke mezin
bê pêşwazîkirin. Ji bo vê
yekê amadekariyek me ya mezin heye. Divê armanca
8’ê Adarê şiyarbûna mezin a
jinên ku bi hezar salan hatine pelçiqandin be. Li
hemberî zilmê û
pêkûtiyê jinên kurd û
yên cîhanê bi zanebûneke mezin
têkoşînê didin. 8’ê
Adarê bo me pir dîrokî ye.”
‘Birîn
hîn zêdetir kûr dibin’
Dîkmen, diyar kir ku bi operasyona bejayî re
birîna hatiye vekirin hîn kûrtir
bûye û wiha pê de
çû: “Îsal di
çalakiyên 8’ê Adarê
de herî zêde em dê daxwaza
bidawîkirina operasyonan bînin ziman. Li
hemberî vî şerî wê
jinên kurd seknek bi wate nîşan bidin.”
Dîkmen, der barê bernameya xwe de jî wiha
got: “Bernameya me ya 8’ê Adarê
wê di 1’ê adarê de li
Pirsûsê dest pê bike. Di
çarçoveya bernameya ku di navbera 1 û
8’ê adarê de pêk bê
de wê mitîng, panel û semîner
bên lidarxistin. Ne tenê jinên kurd em
hêvî dikin ku hemû jinên li
hemberî şer disekinin, beşdarî vê
mîtîngê bibin. Wê li 25
cihên cuda yên Tirkiyeye mitîng
bên lidarxistin. Di çarçoveya
bernameyê de wê şahî jî
pêk bên. Ev şahî ne ji bo coşê,
wê li gorî naveroka demê bên
pêkanîn.” Dîkmen, di dawiya
axaftina xwe de anî ziman ku divê hemû
kurdên li hemberî şer derkevin kolanan û
wiha got: “Pêwîst e pêşengiya
vê yekê jî jin bikin. Em
êdî dixwazin ku rondikên
çavên dayikan û xwîna
tê rijandin bi dawî bibe. Ji ber vê
yekê wakî jinan em dê hemû li
ser piyan bin.”
YJA
STAR’ê banga serhildanê kir
Fermandariya YJA STAR’ê der barê
pevçûnan de daxuyaniyeke
nivîskî da. Di daxuyaniya xwe de Fermandariya YJA
STAR’ê bangî jinan kir û got ku
divê hemû jin li dijî
operasyonên Artêşa Tirk li qadan
nerazîbûnên xwe nîşan bidin.
Fermandarî, destnîşan kir ku li qada Zapê
şer ku her diçe zêde dibe û li
vê qadê hêzên YJA
STAR’ê jî hene. Ew hêz
jî bi rihê fedaîtiya Zîlan ber
xwe dide. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li dijî
înkar û îmhayê divê
jinên kurd derkevin qadan û ber xwe bidin. Her wiha
hate destnîşankirin ku hêzên
gerîla û gelê kurd bi
berxwedanê dê bi ser bikevin.
Operasyon hate
şermezarkirin
Meclîsa Jinan a DTP’ê ya bajarê
Colemêrgê bi jinan re li avahiya partiyê
civînek li dar xist. Di civîna
8’ê Adarê ku operasyona li
hemberî Başûr hate şermezar kirin de, daxwaza
dawîkirina operasyonê hate kirin. Di
civînê de operasyona dersînor bi
tundî hate şermezarkirin. Di civîna
zêdeyî 200 jinan beşdar bûn de
xebatên 8’ê Adarê jî
hatin nirxandin û plansazî hate
çêkirin. Di daxuyaniyê de hate
diyarkirin ku di 1’ê adarê de
dê daxuyaniyeke girseyî bê
dayîn, di 8’ê adarê de li
Geverê û di 9’ê adarê
de jî li Colemêrgê mitîng
bêne lidarxistin.
Dê li
Pirsûsê bêjin
‘Êdî bes e!’
Endamên DOKH’ê,
têkildarî mitînga 8’ê
Adarê ku dê di 1’ê
adarê de bê lidarxistin, li Komeleya Jinê
ya Mala Jiyanê daxuyaniyek dan
çapemeniyê. Zubeyde Teker, got ku jinan di
pêvajoya têkoşîna
dîrokî de bêyî ku ferqa
zayendî, etnîkî, ziman, çand,
netew û nasnameya olî bikin, ji bo aştî
û demokrasiyê têkoşîn kiriye.
Teker, da zanîn ku ji ber vê sedemê tu
sîstemeke bîrdozî, kevneşopî,
olî, aborî û polîtîk
nikarin kuştina jinê ya li ser navê
namûsê, derkirina ji jiyana siyasî
û civakî, kêmdîtina keda
wê, rewa nîşan bidin. Teker, wiha got:
“Em ê li dijî neheqiyan, şer,
tundî, bênasnameyî û ji
kuştinên jinan re ‘Êdî Bes
e’ biqîrin.”
Li dijî
operasyonan li qadan bin
Endamên DOKH’ê li Edeneyê der
barê xebatên 8’ê
Adarê de civînek li dar xist. Şaredara
Kuçukdikiliyê Leyla Guven di
civînê de bal kişand ser operasyonan. Guven, da
zanîn ku operasyon ne tenê li ser
PKK’ê li ser statuya kurdan a Başûr
pêk tê. Guven, destnîşan kir ku di
operasyonan de gelek vindabûnên dewletê
çêbûne, ji hêla madî
û leşkerî ve û wiha got:
“Dilê me hem ji bo HPG’ê
û hem jî ji bo leşkeran dişewite û em
dibêjin çima civanên vî
gelî di nava şer de tên kuştin. “ Guven,
da zanîn ku dê di 8’ê
Adarê de gel xwedî li çand, ziman,
nasnameya xwe derkevin û li dijî operasyonan
nerazîbûnên xwe nîşan bidin.
Li ser ‘Roja
Jinan’ semîner
Koçka Qamişlo ya çandî şevek ji bo
mafê jinan, berî Roja Jinên
Cîhanê li dar xist, bi tevlibûna
çalakvana mafê jinan Dr. Mîdya
Mehmûd semînerek hate lidarxistin. Di
semînerê de mamosta Mîdya bal kişand ser
karîna jina kurd bi çespandina jinitiyê
di jiyan û dîrokê de ku mil bi mil bi
mêr re di hemû qonaxên jiyanê
de hevbeş bû û hevala wî ya bê
dilman û bê westan bû, ta di hinek
bûyeran de şûna mêr girtiye bi
serkêşiya hêz û rêveberiya
cengê jî û bi nimûneyan teqez
kir û nexasme ji gotinên
mîjûristên cîhanî
mîna Acata Krîstî û
Basîlî Niktin. Di dawiyê
şîrovekirinê de bpasî li Koçka
Qamişlo hate kirin.
Lez dan amadekariyan
Li Çanakkaleyê jinên endamê
DTP’î lez dan xebatên xwe.
Rêvebera bajêr a DTP’ê
Mîhrîban Şah, diyar kir ku ji ber operasyonan
nikarin îsal 8’ê Adarê bi coş
pêşwazî bikin, dê di
8’ê Adarê de li dijî
operasyonan li qadan bin. Şah, da zanîn ku
êdî naxwazin ciwanên kurd û
tirk di nava şerê qirêj de jiyana xwe ji dest
bidin, dê ji bo aştiyê li qadan bin û
têbikoşin. Her wiha rêvebera bajêr
Adîle Yalçin jî bal kişand ser şer
û got ku dayik bi salan in êşa zarokên
xwe dikişînin û bila êdî ev şer
biqede. Yalçin, da zanîn ku ev qas
girîngiyê didin operasyonan bila
girîngiyê bidin aştiyê.
Rêzeçalakiyan
li dar bixin
DOKH û Platforma Jinan a Êlihê, bernameya
xwe ya têkildarî 8’ê
Adarê zelal kir. Di civîna ku li avahiya
Rêxistina DTP’ê ya bajêr bi
jinan re hate lidarxistin de, pêşnûma
bernameyê hate nîqaşkirin û li ser
esasê pêşniyarên hatin kirin
çalakiyên wê di meha Adarê
dê bên lidarxistin, hatin zelalkirin. Bernameya
çalakiyan wiha ye: 1’ê adarê:
Wê bi 2 otobusan tevlêbûna
mitînga di 1’ê adarê de li
navçeya Pisûsa Rihayê bê
lidarxistin bê kirin. Dê 7’ê
adarê de wê li Mala Gel a Ahmet Kaya
semînerek ku Parlamentera Êlihê Ayla Akat
Ata jî beşdar bibe bê lidarxistin. Dê di
8’ê Adarê de mitîngek
bê lidarxistin û endama Koma Azad Şîlan
konserê bide.