
Rêberê Gelê KCK'ê Abdullah Ocalan bang li Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah
Gul kir ku heger pêvajoya aþtiyane bi pêþ nekeve dê li Tirkiyeyê 'xeta
ergenekonvanî ya neteweperest a tund' bi pêþ bikeve û ev yek jî dê þerê
kurd-tirk biafirîne
Rêberê Gelê KCK'ê Abdullah Ocalan bang li Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul kir ku heger pêvajoya aþtiyane bi pêþ nekeve dê li Tirkiyeyê 'xeta ergenekonvanî ya neteweperest a tund' bi pêþ bikeve û ev yek jî dê þerê kurd-tirk biafirîne
Rêberê KCK�ê Abdullah Ocalan di hevdîtina roja înê ya bi parêzerên xwe re de têkildarî rewþa Tirkiyeyê, pêvajo û xetereyên ku bên rojevê peyamên girîng dan. Ocalan bang li Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul kir ku heger pêvajoya aþtiyane bi pêþ nekeve dê �xeta ergenekonvanî ya neteweperst a tund� xwe ferz bike û ev yek jî xetereya þerê kurd-tirk bi xwe re bîne. Ocalan destnîþan kir ku meha sibatê nêz dibe û heger PKK bixwaze asteng bike jî dê nikaribe li pêþiya nerazîbûna gel bisekine û got, �Ez li vir nêrînên xwe tînim ziman. Heger ez neaxivim dê pevçûn çêbibin û gelek xwîn birije.� Ocalan destnîþan kir ku tiþtê dibêje tenê ji bo çareseriya aþtiyane ya demokratîk a pirsgirêka kurd in.
DU POLÎTÎKAYÊN ÎNKARÊ
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got du polîtîkayên îmhaker li ser kurdan tên ferzkirin û wiha got: �Li ser mijara kurdan du polîtîkayên îmhaker hene. Yek jê xeta hiþk a înkar û tunekirinê ye. Ya ku Ergenekon, MHP û CHP ferz dikin ev e. Ya din jî çareseriya AKP�ê ya bêyî Ocalan û bêyî PKK�ê bi awayekî nerm tunekirinê ye. Ji bo vê jî dixwazin li Bakur hin lîderên sexte yên kurd ên ku piþta xwe didin Iraq, Amerîka û bi awayekî qismî jî Ewropa, Talabanî û Barzanî biafirînin û bi riya van encaman bi dest bixin. Ya ku AKP di 7 salên desthilatdariya xwe de hewl dide pêk bîne ev e...
Xeta îmhaker û înkarker bi hevdîtina Tayyip Erdogan û Bush a 5'ê mijdara 2007'an bi dawî bû. Baskê neteweperest ê hiþke-Ergenekonparêz, qismekî wan li Silivriyê, qismek jî parlamenê ye. MHP û CHP�ê gunehbarên van ên di parlamenê de ne. MHP, CHP, Eruygur di nava van de ne. Ev bi israr in bi awayekî hiþk bi awayê fizîkî înkar û tune bikin. Weke kes tu hêza Baykal û Bahçelî nîne, hêzên ew xwe dispêrinê hene. Têkiliyên van ên navneteweyî hene. Bahçelî ji bo gerekê çûbû Çînê. Levent Ersoz jî beriya were girtin ji Moskovê vegeriyabû. Tuncer Kilinç jî der barê hevgirtina bi Îranê re daxuyaniyek dabû, ev dispêrin Îranê. MHP û CHP herdu jî miletperest in. Yek jê miletperestê hiþk e, yê din milletperestê neteweperest e. Bi CHP�ê çepgirî nabe.�
�NABIM BEÞEK TASFIYEKARIYÊ�
Ocalan got, bi siyaseta tasfiyekirinê çareserî wê pêþ nekeve û wiha axivî: �Beriya niha di parêznameyên min dayî dadgehê de jî min gotibû. Bi tenê di nava çareseriyeke demokratîk û aþtiyane de ez dikarim cih bigirim. Bi tu awayî nikarin min bikin beþeke pêvajoya tasfiyekirinê. Çareseriya me ya demokrasî ye, çareseriya demokratîk û aþtiyê ye. Di nexþeya rê de min bi awayekî zelal got, ka divê çareserî çawa be. Di vê çarçoveyê de em ji bo çareseriyê amade ne. Tu kes min nikare bike parçeyê çareseriyeke bi rengekî din.�
Ocalan nerazîbûna xwe ji serokomarê tirk Abdullah Gul ê gotî �divê fersenda çareseriyê neyê heba kirin� jî anî ziman. Ocalan ji bo Gul got �Ma karê te çi ye? Qey kesî bi destê te girtiye? û wiha bang lê kir: �Çareseriya em dixwazin pêþ bixin, çareseriya demokratîk û aþtiyane ye. Yên ku dixwazin vê asteng bikin hene. Va ye meha sibatê nêzîk dibe. PKK bixwaze pêþiyê lê bigire jî wê nikaribe nerazîbûna gel asteng bike. Divê ev dem baþ were nirxandin. Bila rewþên hiþk, dijwar û xwînrij pêk neyên. Aloziyên di navbera gelan de zêde dikin. Bi darê zorê Romanan ji cihên wan dikin der, ev mînakek e. Eger vê yekê bi ber destê dewletê ve berdin, wê vê bi awayekî gelekî dijwar pêþ bixe. Eger di vê pêvajoyê de çareserî neyê pêþxistin, rê û rêbazên li derveyî çareseriya aþtiyane wê xurt bibin.�
XETEREYA ÞERÊ KURD-TIRK
Ocalan KCK û dewleta tirk jî bi vî awayî hiþyar kirin: �Ez ji vir KCK�ê û dewletê jî hiþyar dikim; eger çareseriya demokratîk û pêvajoya aþtiyane neyê pêþxistin, xeta miletperest a hiþk a Ergenekonparêz wê þerê kurd û tirkan derxe. Ev bêrehm in, wê gelan bi hev bidin qirkirin. Divê serokomar van baþ bibîne. Eger hûn di çareseriyê de ji dil in, cidî ne, hingî divê hûn vê demê baþ binirxînin. Na eger hûn dibêjin em ê tasfiye û tunekirinê ferz bikin, hingî jî PKK dikare xwe bi awayekî gelekî baþ biparêze, bijî û vî þerî demeke dirêj dewam bike.�
Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêkan careke din riya diyalogê bi bîr xist: �Ji bo ku hûn pêþiyê li vê bigirin, divê hûn diyalogê bidin destpêkirin. Va ye Sonmez Koksal jî dibêje, bi hezaran riyên diyalogê hene; ne mecbûr e illeh bi min re be, dibe ku ne yek ser be. Bila bi tenê cidiyet hebe. Eger dixwazin ez jî bibim xwedî rolekê divê ev þert û merc werin guhertin. Di van þertên êsîrtiyê de tiþtek ji min nayê.�
ROLA DTK�Ê
Ocalan ji bo Kongreya Civaka Demokratîk-KCD�ê jî wiha peyivî: �Kongreya Civaka Demokratîk, ji bo sazkirina civaka kurd a demokratîk xebatê dimeþîne. Bi her awayî li gorî qanûnan kar dike. Li gorî pêdiviyên civaka kurd kar dike. Ji sporê bigirin heta tendurustî, huner, folklor, hawirdor, jin, çand û hwd. Hemû qadan bi têgihiþtina demokratîk bi rêxistin dike, xebatê dimeþîne. Bi temamî li gorî qanûnan û sivîl e. Xebatên xwe jî li gorî vê yekê dimeþîne.�
JIN HÊZA PÊÞENG E
Ocalan, bang li jinan jî kir û wiha got: �Azadiya jinê bingeha xebatên min e. Jin li cîhanê û Rojhilata navîn hêza motor e. Ez di wê baweriyê de me ku mesela jinê tam nehatiye fêmkirin, her kes li gorî xwe bikar tîne. Divê axaftin û nirxandinên min yên der barê azadiya jinê de baþ bê fêmkirin, di nava jiyanê de jî rast bê bikaranîn. Divê jin jî xwe bi pêþ bixin.�
ÞERÊ ÎSLAMA NERM Û RADÎKAL
Ocalan bal kiþand ser xeta îslamiya nerm ya AKP�ê jî wiha dewam kir: �DYA rola îslamiya nerm daye AKP�ê. AKP hewl dide ereban ji xeta îslamiya radîkal, bikiþîne ser xeta îslamiya nerm. Vê siyasetê jî, hewl dide bi HAMAS�ê pêk bîne. Lê belê ez ereban nas dikim. Wê neyên ser vê xeta AKP�ê. Jixwe wê AKP jî nikaribe vê yekê pêk bîne. Wê nikare ji nav vê bûyerê derkeve. Yên di dema þer de El-Kaîde û Talîban rêxistin kir, Amerîka bi xwe bû. Obama niha hewl dide ji nav derkeve, lê belê nikare. Ev fêrî desthilatdariyê bûn, naxwazin dev ji vê berdin. Pevçûna di navbera wan de ji bo desthilatdariyê ye.�
HEPSKIRINA KURDAN
Ocalan, rolên Îngilistan û Amerîkayê yên di dîroka komara Tirkiyeyê de jî nirxandin. Ocalan anî ziman ku heta sala 1941�an Îngilistan û piþtî 1950�î jî Amerîkaya di siyaseta Tirkiyeyê de bûn xwedî bandor. Ocalan têkiliyên AKP�ê yên bi Israîlê re jî nirxandin û got, tê xwestin kurdan ji Bakur biþînin Baþûr û li wir li dewleteke biçûk, heps bikin. Ocalan diyar kir ku îngîlîzan wekî ji Anatoliyê, îyonî, ermenî û rûm surgun kirine, niha dixwazin kurdan jî, ji Bakur koçber bikin. Ocalan nirxandinên xwe yên di vê mijarê de wiha dewam kirin: �Dixwazin li hemberî kurdan jî heman siyasetê pêk bînin. Dixwazin kurdan ji Bakur biþînin Baþûr û li vir li dewleteke biçûk heps bikin. Di serhildana Þêx Seîd de, haya wî bi xwe jê tunebû. Þêx Seîd wê demê li Pîranê bû. Li Pîranê 2 leþker tê kuþtin, bi vê yekê serhildan bêamadekarî dest pê dike. Þêx Seîd ne rewþa ku karibe serhildanê bimeþîne bû.�
Divê BDP valahiyê dagire
Ocalan anî ziman ku li Tirkiyeyê valahiya siyasî heye û anî ziman ku li Tirkiyeyê li dijî çareseriya pirsgirêkan 3 xet hene: �Li Tirkiyeyê, li dijî çareseriya pirsgirêkan 3 xetên bingehîn hene; a yekemîn xeta nijadperestiya hiþk a Ergenekonê, a duyemîn xeta tasfiyekirina bi awayekî nerm a di nava wê de AKP, DYA, hindik be jî Ewropa, Talabanî û Barzanî jî heyî. Xeta sêyemîn jî, ya demokratên radîkal e.�
BIBE PARTIYA TIRKIYEYÊ
Ocalan got, divê BDP vê valahiyê dagire û wiha dewam kir: �Divê BDP vê valahiyê dagire. Divê BDP hemû derdorên çepgir ên antî-faþîst û demokratên radîkal bigire nava xwe. Dikare misilmanên demokrat jî bigire nava xwe. Divê BDP bibe partiya Tirkiyeyê, bi perspektîfek ku hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê digire dest xebatê bimeþîne. Min berê jî behs kiribû, min gotibû derdorên feminist, hawirdorparêz û derdorên cuda jî dikarin tê de cih bigirin. Divê BDP pir-rengîn be, rengê Tirkiyeyê nîþan bide.�
3 PRENSÎBÊN ESASÎ
Rêberê Gelê Kurd anî ziman, ku divê BDP 3 xalên bingehîn yên ku wî berê jî behs kiribû ji xwe re esas bigire û wiha dewam kir: �Ji bo vê yekê min behsa 3 prensîban kir; Komara Demokratîk, Welatê Demokratîk, di nava vê de Kurdistan jî heye yanî înkar nake. Û Neteweya Demokratîk. Li dijî têgihiþtina nijadperestiya CHP�ê û MHP�ê ya hiþk, neteweya demokratîk. Dikare li dora van prensîban bên cem hev. Divê hêza vana ya temsiliyetê xurt be.�
Hevkariya Erdogan, Baþbug û DYA�yê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo lêgerînên li odeya kozmîk ya li Serokatiya Fermandariya Giþtî jî wiha axivî: �Odeya Kozmîk dîmeneke sexte ye. Divê mirov li piþt perdeyê binêre. AKP vê bi serê xwe nake. Li pey vê hevkariya Erdogan-Baþbûg û Amerîka heye. Ev gotina �sedsalî� ya îro dibêjin jî, ji min girtine. Ji destpêkê ez dibêjim, kokên Ergenekonê sedsalî ne. Kokên wê digihêje xebatên Teþkîlat î Mahsûsa yên di sala 1906�an. Heta beriya wê, îdama Abdulazîz ya di sala 1876�an de jî, hêza xwe ji tiþtek ji heman rengî digirt. Ji wê rojê gihiþtin îro. Di wê demê de, wan li hemû welatên îslamê, di çarçoveya umetî de xwe rêxistin dikir. Li pey îslama nerm jî û ya radîkal jî Amerîka heye.�
Kuþtina 7 ajanên CIA�yê
Rêberê KCK�ê Abdullah Ocalan di 7�ê çilê de, li Afganistanê kuþtina 7 ajanên CIA�yê jî, bûyereke têkildarî Ergenekona tirk nirxand û wiha got: �Jina kesê ev 7 ajanên CIA�yê kuþtin, tirk e. Heta min ji radyoyê bihîst, ji bo lêkolînkirina vê bûyerê, ji Amerîkayê 5 wezîfedarên CIA�yê hatine Tirkiyeyê. Li vir têkiliya Ergenekonê aþkera ye. Ev Ergenekona tirk e. Beriya niha jî, ji bo êrîþa li hemberî seferetxaneya Amerîka ya li Tirkiyeyê gotin, El-Qaîdeyê pêk aniye, lê belê dûre derket holê Ergenekona tirk pêk aniye. Çavên van bi qasî ku ajanên CIA�yê bikujin, sor bûne. Ev xeta Ergenekonî hêj bi hêz e. Ev rastî di rojnivîsên Mustafa Balbay de jî derbas dibe. Ji bo Ozkok dibêje, em 99 in ew kesek e. Di nav artêþê de hinek be jî, hê bi hêz in.�
Girtin siyasî ne
Ocalan girtina bi sedan siyasetmedarên kurd yên ku piþtî darbeya 24�ê Kanûnê hatin girtin jî nirxand û got; �Girtin siyasî ye, bi zanebûn e û li derveyî hiqûqê ye.� Ocalan her wiha hiþyar kir, ji bo ku ew pêþî li þer bigire diaxive, eger neaxive wê þer û pevçûnên dijwar rû bidin.