Feedback    Send News  
Languages
Zimanê navberê hilbijêrin:

English French Deutsch Italian Kurdish Turkish

Menü Kurdî

Kurdishinfo Search


SHARE
Share |

DOSYALAR!!!!

DTK Democratic Autonomy

KCK Statement 5 points

DTP Projeya Çareseriya Demokratîk

Kongra Netewiya Kurdistan-KNK

Xetereya şerê kurd û tirk heye
Nivîskar Tsiatsan Dîrok: În, 11. Hezîran 2010
löjl
güncel ANF 11.06.2010- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand ser xetereya pêvajoyê û diyar kir eger pêvajoya diyalog û çareseriyê pêş nekeve, wê şerê kurd û tirk were rojevê.Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja çarşemê hevdîtina bi parêzerên xwe re pêkanî û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, rêveberiya tirk hişyar kir.
Hişyariya Ocalan wiha ye: "Eger pêvajoyeke diyalog û çareseriyê pêşnekeve, ew şerê tirk-kurd, ku (hin derdor) pir dixwazin, wê were rojevê. Tu kes xetereya vê pêvajoyê nabîne. Ez rewşa niha, dişibînin rewşa 1918'an ya li Rûsyayê û pêvajoyên şerê huhdirîn ên Fransayê yên  sala 1791'ê. Tê zanîn di wê demê de, gelek xwîn hat rijandin. Pevçûna kurd-tirk dikare kûrtir bibe. Ez pêwistiya wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih tînim û her kesî hişyar dikim.”

Ocalan, tiştên eger pêvajo wisa dewam bike, rû bidin jî bi van gotinan anîn ziman: "Eger wisa dewam bike, jixwe behsa Xweseriya Demokratîk dikin. Dibêjin dê vê bixin pratîkê. Ev yek bi girtina piştgiriya Îran û Sûriyeyê û hin hêzên din, dikare bigihêje heta îlankirin Kurdistaneke nîv-serbixwe û pêvajoyeke bixwîn jî bi xwe re bîne. Di rewşeke wisa de dê gelek xwîn birije, gelek kes bimirin. Vaye dibêjin, mîlyonek leşkerê me hene, em bihêz in û dikarin têk bibin. Dibe ku karibin jî, lê belê ez PKK'ê nas dikim. PKK wê li ber xwe bide û têk neçe. Lê tercîha min ne ev e. Min behsa Komara demokratîk, neteweya demokratîk, welatê demokratîk û destûra bingehîn a demokratîk kiribû. Tercîha min, çareseriya demokratîk a bêxwîn e. Yanî gelek xwîn birije jî,  wê dawiya dawî dîsa bigihin vê noqteyê. Dê çareserî xwe ferz bike. Ez hewl didim bêyî êş bêne kişandin û xwîn birije, çareseriyekê pêş bixim."

'Berpirsiyar AKP ye'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku ji bo çareseriyeke wisa jî pêwistî bi gelek xebatan heye û xwest ku di çarçoveya destûreke bingehîn a demokratîk de, bi hemû derdor û partiyên bi pîvan re hevdîtin bên lidarxistin.

Ocalan, bal kişand ser berpirsyariya AKP'ê jî û wiha got:  "AKP xwedî desthilatdariya siyasî ye. Tu desthilatdariya siyasî yî. Artêş wê tiştên tu dibêjî, bike. Berpirsyariya siyasî di stûyê te ye. Dema desthilatdariya siyasî wezîfeya xwe neke, pêwistiya rola xwe bi cih neyne, wê artêş jî li gorî dilê xwe tevbigere. AKP ji bo siyaseta neçariyê, bi artêşê re li hev kiriye. Gotiye tu têkildarî min nebe, ez ê di êrîşên li hemberî kurdan de, têkilî te nebim."

'AKP dixwaze statejiya CHP'ê bicih bîne'
Ocalan, got tevî ku piraniya rewşenbîrên lîberal gihîştinê wê qenaetê ku AKP wê çareseriyê pêk bîne, berevajiyê vê qenaetê, AKP li pêşiya çareseriyê bûye asteng.

Nêrînên Ocalan ên di vê mijarê de wiha ne: "AKP ketiye derdê tirsa xwe û derdê canê xwe. Ji bo vê dixwaze desthilatdariya hegemonîk ya xwe ava bike. Sedema guhertina Destûra Bingehîn jî ev daxwaza wê ye. Tu eleqeya guhertinê bi demokrasiyê re nîne. Jixwe têkiliya AKP'ê bi xwe bi demokrasiyê re nîne. Divê ev baş were fêmkirin... Çawa ku CHP'ê piştî 1921'an Destûra Bingehîn guhert, derbasî Destûra Bingehîn ya 1924'an bû û 80 salan hegemonya xwe didomîne, AKP jî, ji sala 2002'yan û pê ve, dixwaze heman tiştî bike. Yanî tiştên CHP'ê xwest di 80 salan de bike, AKP dixwaze heman tiştî di 8 salan de bike. Yanî AKP, bi awayekî pir xirab çav li CHP'ê dike, teqlîda wê dike."

Ocalan, Destûrên Bingehîn ên piştî Destûra Bingehîn ya 1921'an, wekî Destûrên Bingehîn ên darbeyê nirxandin û got: "CHP bi Destûra Bingehîn ya 1924'an hegemonya xwe ava kir. AKP’ê jî, piştî sala 2002'yan ev hegemonya dewr girt."

'Desthilatdariya hegomonik dimeşînin'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hewldana meşandina desthilatdariya hegemonîk jî wiha axivî: "Meşandina desthilatdariya hegemonîk, bi faşîzmê mumkûn e. Tiştên AKP dike jî ev in. Vê yekê jî, bi piştgirî û alîkariya sermayeya navenda wê Konya-Qeyserî ye û sermayeya Ereb-Siûdî dike. Yanî cewher maye, tenê awayê wê guheriye. Min heta niha digot, olîgarşiya burokratîk a dibe astengiya li pêşiya çareseriyê, niha ji bo vê dibêjim olîgarşiya siyasî. Ez gotina olîgarşiya siyasî, tenê di wateya desthilatdariyê de bi kar naynim, muxalefeta siyasî jî tevli vê dikim. Ji ber ku ji vê rewşê, ew jî berpirsiyar in."

Ocalan bi bîr xist ku di guhertina Destûra Bingehîn de, tu gaveke erênî ya AKP'ê nîne û AKP ji destpêkê heta niha li pêşiya çareseriyê astengiyek e. Ocalan anî ziman ku tevî hemû hewldanên wî, wernegirtina tu îşareta ji bo diyalogê jî, wekî mînak nîşan da.

'Bi Gazzayê kirinên li Kurdistanê vedişêrin'
Ocalan, krîza Tirkiye û Îsraîlê ya di rojevê de ye jî nirxand û got; "Gazze maske ye, bi mijara Gazzeyê esas dixwazin serê lîstikên qirêj yên li Kurdistanê binixûmînin."

Ocalan anî ziman ku li ser Kurdistanê xopanek tê heye û got, tifaqên berê jî, dibe ku êdî ji hev bikevin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, aliyên tarî yên têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê jî nirxand û wiha got: "Di rastiyê de mesele ne mesela Gazzeyê ye. Mesele lîstikên ku li ser Kurdistanê têne lîstin e. Gazze rûpoş e, bi Gazzayê lîstikên li Kurdistanê tên lîstin vedişêrin. Bager û tofanê li ser Kurdistanê radikin. Ez carna behsa Rihayê dikim. Ji ber ku mînakeke berbiçav e û ez wê baş dizanim, ji ber vê yekê ez behsê dikim. Tenê yek Rihayek, beramaberî sed Gazzeyê ye. Ji Rihahê her roj bi deh-hezaran jin zarok koçberî herêma Behra spî, Behra reş tên kirin. Axa bi bereket a ku dikare zikê deh milyonan têr bike, bêav hatiye hiştin, mirov li ser tên koçberkirin. Waye li ber çavan e. Êşên ku ev mirovên koçber dibin dikişînin, ji Gazzeyê sed qat xirabtir in."

 'AKP şoke bû'
Ocalan her wiha balê dikişîne ser du xalên girîng jî û dibêje: "A yekemîn ez dibêjim; Îsraîl li vê herêmê nikare bêyî kurdan bijî, bêyî kurdan ew ê bifetise. Ji bo vê jî ev deh sal in, li pê projeyekê ye. Dixwazin li Başûr netewe-dewleteke bîçûk ava bikin, pêdiviya wan bi vê heye. Tirkiyeyê hêj nû ev fêm kir. Yên Tirkiyeyê birêve dibin, dema ev talûke dîtin pir hêrs bûn. A duduyan jî divê ev yek bê dîtin; Tirkiyeyê heta niha kurd înkar û tune dikirin, Amerîka û Îsraîlê jî bê şert, bi her awayî piştgirî didan vê polîtîkayê. Niha vê desteka xwe vedikişînin. Niha em dikarin bêjin tifaqa Tirkiye-Sûriye û Îranê jî, ji hev dikeve, ne sedî sed, lê wisa difikirim. Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad di axaftina xwe ya li Stenbolê de got, 'bi înkarkirinê nabe, divê werin naskirin.' Dibe ku ev tifaq ji hev bikeve. Îran jê vedikişe, Sûriye jî nayê vê lîstikê. Bi vî awayî bar tev didin ser pişta Tirkiyeyê. Esas mesele ev e. Gazze ji bo nixûmandina vê ye."

Rêberê Gelê kurd Abdulah Ocalan anî ziman ku planên AKP'ê jî neçûne serî ji ber vê yekê jî AKP şoke bûye û wiha berdewam kir: "Berê mesela xurandin û piştgirî dan AKP ya ku bi ser Gazzayê ve diçû. Lê di vê bûyera dawî ya Gazzeyê de destek nedanê. AKP fikirî ku DYA wê destekê nede Îsraîlê, lê wiha nebû. Hêrs û acizbûna ji Gazzeyê ji ber vê yekê ye. AKP şoke bû, ne li benda vê yekê bû. Wê ji bilî vê çi bikirana? Yanî ne di wê rewşê de bû ku li dijî Îsraîlê şer bikira. Di bûyera Gazzeyê de diqilqilin, ew ê çend caran xwe virde, wirde bidin û piştî çend daxuyaniyan ew ê li hev werin, ew ê li ber Îsraîlê serî bitewînin."

'Bi Barzanî peyam dane Îsraîlê'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku Tirkiye bi krîza alê ya di dema serdana Barzanî de, peyamek daye Îsraîlê. Ocalan anî ziman ku Tirkiyeyê di şexsê Barzanî de, kurd biçûk xistine û ji Barzanî yê nerm nêzî AKP'ê dibe jî, xwest ku lîstikên li ser kurdan bibîne. Ocalan bal kişand ser siyaseta qirkirina siyasî jî û xwest ku xebatên ji bo destûra bingehîn ya demorkatîk bên zêdekirin.

 'Di şexsê Barzanî de kurd biçûk xistin'
Ocalan diyar kir ku Tirkiye bi krîza alê ya di dema serdana Barzanî de, peyamek daye Îsraîlê û kurd jî biçûk xistine. Nêrînên Ocalan ên têkildarî vê mijarê wiha ne: "Di serdana Barzanî ya Enqereyê de, tenê hebûna ala Tirkiyeyê, peyameke ji bo Îsraîlê ye. Tirkiye, wekî ku nûnerê Îsraîlê be, li Barzanî dinêre. Ev nêrîna dewleta tirk e. Çawa, Îsraîlê sefîrê tirk li kursiyeke nizm rûniştand û tenê ala Îsraîlê dane ser maseyê, ev jî bi tenê danîne ala tirk bersivê didin. Yanî Îsraîlê çawa tirk biçûk xistin, Tirkiye jî di şexsê Barzanî de kurdan biçûk dixe. Ev pêkanîneke zanebûniye."

'Divê xetereyan bibînin'
Ocalan, nêrîna Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî ku piştgirî dida AKP'ê jî nirxandin. Ocalan bal kişand ser bûyerên dawî, girtin û operasyonan û got: "Ji Barzanî re bibêjin, bi vî rengî nêzîbûna AKP'ê hûn AKP'ê dixin nav zehmetiyan."

Ocalan li ser serdana Barzanî ya Enqereyê wiha got: "Li holê tu çareserî nîne. Ev helwesta Barzanî kêfî AKP'ê jî nayê. Heta kêrî Barzaniyan jî nayê. Berê ev dihatin cem min, wêneyên serjêkirî nîşanê min didan û digotin vaye wiha wiha dikin. Min ew tim hişyar kirin, hê jî dikim. Bila biaqil tevbigerin, nexwe wê tiştên xirabtir bibin, wê 50'î Helepçeyên din biqewimin. Çawa vê rastiyê nabînin? Min berê gelek caran girîngiya konferans û kongreya neteweyî anî ziman. Min 5 pîvanên teorîk û 3 gavên pratîkî pêşniyar kiribûn. Dikarin vê esas bigirin. Eger wiha nekin, wê berpirsyariya li ser stûyê wan be."

Ocalan anî ziman ku li hemberî kurdan xetereyên mezin hene û ji Barzanî û Talabanî jî xwest ku rastiya vê xetereyê fêm bikin û wiha got: Divê Barzanî û ew jî van xetereyan fêm bikin. Li pey hesabên biçûk nekevin. Bi vî rengî siyaseta ji bo berjewendiyên kurdan pêş nakeve. Dibe ku bi hesabên biçûk dikarin îro rizgar bikin, lê belê wê çaxê hûnê sibe karibin bi felaketên mezin rû bi rû bimînin."

 'Gelê bêperwerdehiya ziman li ku maye?'
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan siyaseta qirkirina li dijî kurdan ya dewleta tirk jî nirxand û wiha got: "Kurd li deverên gelek berfireh dijîn. Nikarin wan ji aliyê fîzîkî tune bikin. Lewma dijî kurdan, siyaseta qirkirina çandî tê meşandin. Vê yekê jî her roj dikin. Ma di vê demê de, gelê bêperwerdehiya zimanê dayikê maye? Li quncikên herî tenha yên Afrîkayê jî, qabîle bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibin."
 
'Divê xebat were zêdekirin'

Ocalan siyasetmedarên behsa vê rastiyê nakin jî, bi zimanekî tund rexne kirin û wiha got: "Siyasetmedarên kurd xwezaya xwe nas nakin. Bi xwezaya xwe ne di nava aştiyê de ne. Ji her tiştî girîng ditirse bi rastiya xwe ve rû bi rû bimîne." Ocalan careke din girîngiya akademiyên siyasetê anî ziman û got: "Dema me ya windakirinê nîne, divê çarçoveya pêvajoya destûra bingehîn ya demokratîk de, xebat bên zêdekirin."

Ocalan xwest ku di heman çarçovyê de, bi hêzên demokrasî yên din jî hevkarî were kirin  û got, roj roja siyaseta pratîk e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo girtiyên ji wî re name şandine, tevgera jinê û kurdên Batman û Denîzliyê jî silavên xwe şandin. STENBOL/ANF

 
5 nûçeyên dawî
Seçenekler
Nirxpêdana nûçeyê
Nirxpêdana nêzîk: 0
Tevayî deng: 0

Tikaye ji bo ku hun nirx bi vê nûçeyê bidin kêliyekî xwe bidin.:
Bê hempaye
Gelek base
Base
Nivco ye
Xirab

Girêdanên têkildar

Nûçeya ku herî zêde hatî xwendin: güncel: