AW- Piştî 32 salan li Taksîmê 1’ê Gulanê bi beşdariya 100 hezaran bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Karkeran li Taksîmê daxwazên xwe anîn ziman û xwestin ku Taksîm bibe qada 1’ê Gulanê. Karkeran xwest ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin
Li Qada Taksîmê piştî 32 salan 1'ê Gulanê Cejna Karkeran hat pîrozkirin, bi sed hezaran kes li Taksîmê 1’ê Gulanê pîroz kirin.
Qad piştî saet 03.00'yan li trafîkê hate girtin. Ji bo kes bi dîrekên ceyranê ve hilnekişin, dîrek hatin rûnkirin. Yekîneyên bombeyan jî heta saetên sibê xebitîn û li her dera qadê bi dedektoran lêgerîna bombeyan hate kirin. Ji ber tedbîrên ewlehiyê yên berfireh ji hind bajarên cûda yên Tirkiyeyê polîs sewqî Stenbolê hatin kirin. Yekîneyên polîsên çevîk ên ji Semsûr, Meletî, Erzerom, Antalya, Edene, Riha, Trabzon, Dîlok û Antalyayê bi balafirên THY'ê ku tevahî rêwiyên wan polîs bûn hatin Balafirgeha Ataturkê. Polîs bi otobusan sewqî navçeyên Beyoglu û Şîşliyê hatin kirin. Li Qada Taksîmê jî karên DÎSK'ê peywirdarkirin jî heta saetên sibê ji bo platformê çêkin li ser piya bûn. Xebatkarên çapemeniyê, wesayîtên weşana zindî heta saetên şevê yên dereng amadekarî kirin.
Di saetên sibê de karkerên TEKEL'ê ku 78 rojan ji bo mafên xwe li Enqereyê çalakî li dar xistin ketin Qada Taksîmê. Karkeran hevalê xwe yê di çalakiya li Enqereyê de di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest dabû ji bîr nekirin û panqarta, "Hamdullah Uysal nemir e" vekirin û dowîzên "Hemû cih TEKEL e, hemû cih berxwedan e", "Roja 138'an a berxwedana me" hilgirtin. Navenda Giştî ya DÎSK'ê ya li Şîşliyê ye heta saetên sibê çûn û hatinê wê bidawî nebû. Karkerên sendîkavan ên ji bajarên cûda hatibûn bi zarokên xwe li ser koltixan raketin. Di saetên sibê de jî gelekî kes li ber avahiya DÎSK'ê hatin cem hev. Li aliyê din jî li 3 noqteyên cûda karker dicivin. Şaxa pîrozbahiyê ya li Taksîmê ji aliyê 6 konfederasyona karker û memûran hevpar hate amadekirin. Konfederasyon, ji 3 noqteyên cûda daketin Qada Taksîmê. DÎSK û KESK’ê jî guzergeha Şîşlî-Mecîdiyekoyê, Turk-Îş û Kamu-Sen jî ji ser Pireya Unkapani, Hak-Îş û Memûr-Sen jî ji Dolmabahçeyê meşiyan.
Endamên sendikayên ku li ber Navenda Giştî ya DÎSK'ê li hev kom bûn, pankarta "Em ji sala 1977'an de li Taksîmê ne, niha ji em li Taksîmê ne" vekirin û wêneyên kesên di bûyera 1'ê Gulana sala 1977'an de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Karkerên li ber Mizgefta Şîşlî jî kom bibûn jî pankarta "Heta ku qetlîama 1977'an zelal nebe, behsa demokrasiyê nayê kirin" vekirin û dest bi meşê kirinm. Her wiha wêneyên kesên di bûyera 1'Gulanê 1977'an hatin hilgirtin. BDP'ê jî pankartên "Em riyên diçe mirinê bigrin, riyên diçin aştiyê vekin", "Em naxwazin darbestan hembêz bikin. Em dixwazin zarokên xwe hembêz bikin", "Pirsgirêka kurd di heman demê de pirsgirêka karker û sendîkayan e jî" û "Em têkoşîna azadiyê bilind bikin" vekirin Di koma BDP'ê de Hevseroka BDP'ê Gulten Kişanak û parlementerên BDP'ê Ufuk Uras, Sebahat Tuncel, Ozdal Uçer, Fatma Kurtulan cih girtin.
Ji kedê re azadî û çareseriya pirsgirêka kurd
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Suleyman Çelebî, di mîtînga 1'ê Gulanê ya li Taksîmê de axivî û diyar kir ku divê kiriyarên komkujiya 1977'an , Mereş , Çorum û 16’ê adarê derxistin ber dadê û cinayetên siyasî yên wekî Abdî Îpekçî, Kemal Turkler, Dogan Oz, Ugur Mumcu û Musa Anter bên ronîkirin. Serokê Giştî yê KESK'ê Samî Evren jî xwest ku endamên sendikayan ên di girtîgehan de û şaredarên û zarokên girtinî divê demildest bên berdan, Evren, diyar kir ku divê çareseriya pirsgirêka kurd û mafê greva giştî di makezagonê de bê parastin.
Mitînga dîrokî ya li Qada Taksîmê ji ber ku hatina koman gelek dereng dest pêkir. Yekemîn Serokê Giştî yê Turk Îş'ê Mustafa Kumlu dest bi axaftinê kir lê karkerên TEKEL'ê nehiştin Kumlu biaxive. Pişt re jî Serokê Giştî yê KESK'ê Samî Evren dest pêka axaftina xwe Denîz Gezmîş, Ulaş Bardakçi, Mazlum Dogan, Kemal Turkler, kesên di 1'ê Gulana 77'an de jiyana xwe ji dest dayî, Musa Anter, Ugur Mumcu, Fîkrî Sonmez, Yilmaz Guney û Hrant Dînk bîranî û dest bi axaftian xwe kir. Evren, diyar kir ku ew "Em dewletekî nîjadî, asîmîlasyonîst, şovenîst naxwazin" û daxwazên xwe wiha rêzkirin: "Em dixwazin pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bêçareser kirin, şaredar, sendîkacî û zarokên girtî bên berdan, mafê grev û peymana gişt di makezagonê de bê parastin dixwazin. Em naxwazin bedela şerê qirêj bidin." Piştî Evren, Serokê Giştî yê DÎSK'ê Çelebî jî Kemal Turkler û Abdullah Başturk ku di pîrozbahiyên 1'ê Gulana sala 1977'an û pîrozbahiyên din ên berê de jiyana xwe ji dest dane bibîranî. Çelebî wiha axivî: "Ev kursî herî dawiyê di sala 1978'an de li vir hatibû danîn. 32 salan ev der ji xwediyên vî welatî re hatibûn qedexekirin. 33 sal beriya niha Turker jî li vir ji karkeran pirsîbû, ez jî îro cardin dipirsim, 'Hûn dixwazin ev der bibe qada 1'ê Gulanê'." Li ser vê pirsa Çelebî bi sed hezaran kesên li qadê bi yekdengî gotin, "Erê" Çelebî, têkildarî pirsgirêka kurd de jî nêrînên xwe anî ziman û da zanîn ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, tu pirsgirêkên Tirkiyeyê ji holê narabin.
Karkeran Kumlu protesto kir
Di pîrozbahiya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran a li Qada Taksîmê de dema Serokê Giştî yê Turk Îş'ê Mustafa Kumlu axaftin dikir, karkerên TEKEL'ê derketin ser dikê û dik dagirkir. Mustafa Kumlu, ji ber rastî lêdana karkeran hat neçar ma dakeve û xwe bavê salona Navenda Çanda Ataturk (AKM). Li ser dikê alozî derket û camên AKM'ê hatin şikandin. Di pevçûnê de Serokê Saglik Sen'ê ya girêdayî Turk-Îş'ê jî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan qurnefîl hatin danîn
Hesreta 32 salan a karkeran bi dawî bû. Bi sed hezaran karker ji 3 hêlan ber bi Qada Taksimê ve dimeşin. Komeke ku ji serokên konfederasyonan pêk tê, çûn Hevraza Kazanci ku di sala 1977'an de li wir 24 karker hatin kuştin û qurnefîl danîn.
Herikîna karkeran a ber bi Qada Taksimê ve didome. Bi sed hezaran kes ên li qadê civiyanê bi yek dengî diruşmeyan berz dikin. Di pîrozbahiyan de Hewldana Hunermendan a ji bo Aştiyê jî pankarta "Em êdî li hev werin" vekirin. Dema ku girse di Cadeya Ergenekonê re derbas bû, bi yek dengî diruşmeyên der barê Hrant Dînk de hatin berzkirin. Dîsa hevserok û parlamenterên BDP'ê Gultan Kişanak, Ufuk Uras, Sebahat Tuncel, Ozdal Uçer, Fatma Kurtulan, Sirri Sakik, Nuri Yaman û Cîgirê Hevserokê BDP'ê Tuncer Bakirhan jî tevlî girseya BDP'ê bûn. Di dema meşê de, komeke ku ji serokên konfederasyonan pêk tê, çûn Hevraza Kazanci ku di sala 1977'an de li wir 24 karker hatin kuştin û qurnefîl danîn. Bîranîna karkeran bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo karkeran dest pê kir. Serokê Turk Îş'ê Mustafa Kumlu di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku ew ji bo karkerên hatine qetilkirin edaletê dixwazin. Em îro kêfxweşiya pîrozkirina 1'ê Gulanê ya li Qada Taksîmê jî dikin."
Pîrozbahî li Egeyê bi coş bû lê li Enqereyê kurdî qedexe bû
Li Edene, Mêrsîn, Enqere, Îzmîr, Aydin, Mugla û gelek bajarên din jî 1’ê Gulanê hat pîrozkirin. 10 hezaran kes bi slogan, dowîz pankart û bi alan ve daxwazên xwe anîn ziman. Her wiha hikûmeta AKP’ê ji aliyê 10 hezaran ve hat hişyar kirin. Her wiha li Enqereyê sosretiya hat jiyîn û kurdî hat qedexekirin.
Li Îzmirê li pêşiya avahiya BDP’ê 5 hezaran kes hatin cem hev û bi pankarta ‘Bijî 1 Gulan’ ve meşiyan. Her wiha dovîzên wekî"Yekbun, Tekoşin, Serkeftin", "Bijî yekîtiya karkeran" hatin vekirin û sloganên dilsoziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin avêtin. Her wiha 10 hezaran karker heta meydana Gundogdu meşiyan û li vir mîtîng hat lidarxistin.
Li Edene û Mêrsînê jî bi beşdariya hezaran kesî ve 1’ê Gulanê hat pîroz kirin. Li Edeneyê Girseyê bê navber sloganên ‘Bijî Yek Gulan’ hatin avêtin. Meşa girseyê li Tiyatroya Mîmar Sînan dest pê kir û li meydana Ugur Mumcu bi dawî bû. Li Mêrsînê jî ji bo pîrozbahiyan saetên serê sibê hezaran kes haten cim hev li meydana îstasyonê heta meydana Cumhuriyetê bi coşeke mezin meşiyan. Beşdariya BDP’iyan bal kişand û di korteja BDP’iyan de şaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk jî cihê xwe girt. Di meşê de sloganên wekî ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Yek Gulan’ hatin avêtin. Di pîrozbahiyê de hikumeta AKP’ê hat protesto kirin.
Li Enqereyê ji aliyê 10 hezaran ve hat pîrozkirin. Girseya ku li Îstasyona Trenê ya Enqereyê hatin cem hev hte a meydana Sihhiyeyê meşiyan. Girseyê bê navber slogan avêtin û daxwazên xwe anîn ziman. Pîrozbahî bi coş despê kir û qedexekirina kurdî bal kişand. Li gorî agahiyan konfederasyon li avahiya Turk – îşê hatine cem hev û biryar dane ku di pîrozbahiyan de muzîka kurdî nayê lêdan û avêtina sloganên kurdî qedexe ne.STENBOL-ÎZMÎR-ENQERE-MERSİN-EDENE