Diyarname -
Kovara Zendê ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve tê derxistin, bi hejmara xwe ya payîzê derket pêþberî xwendevanên xwe. Di hejmara payîzê ya kovara lêkolîn û lêgerînên zanistî Zendê de ligel gelek nivîsên cur bi cur, dosyaya ku li ser mijara “Perwerdehî û Ziman” hatiye çêkirin balê dikiþîne.
Kovara lêkolîn û
lêgerînên zanistî Zend temeneke
dirêj li dû xwe hiþt. Kovara ku di
destpêkê de her sê mehan carekê
derdiket, di van salên dawîn de, di vê
peryoda wê de problem derdiketin û kovar carinan
der diçû, carinan radiwestiya. Niha kovar, careke
din bi hejmara xwe ya payîzê derket
pêþberî xwendevanan û ew dikin ku
vê carê êdî her sê
mehan carekê çap bikin.
Di kovara Enstîtuya Kurdî ya
Stenbolê Zendê de guherîn pêk
hatine. Pêþî edîtor guherî
û dûre li ser naverokê nîqaþ
hatin kirin. Rojnameger Davut Ozalp ku berî di Azadiya Welat
û Diha’yê de karê
nûçegihanî û
edîtorî kiribû, niha di
Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike,
bû edîtorê kovarê. Li gor
gotina Ozalp ewê êdî bi awayeke
rêk û pêk kovarê derxin
û ji bo baþtirkirina naveroka kovarê jî
hewl bidin xwe. Vê yekê bi
zêdebûna rûpelên
kovarê jî di vê hejmarê xwe
nîþan daye. Bi baweriya xurtkirina Zendê, wan
hejmara Zendê ya payîzê
pêþkêþî xwendevanan kiriye.
Mijara bingehîn perwerdehiya
kurdî ye
Di demeke ku axaftin û perwerdehiya bi
zimanê kurdî ji her demê bêhtir
ketiye rojeva saziyên kurd, di hejmara n ûya
Zendê de jî li ser mijara perwerdehiya bi
zimanê kurdî dosyayek berfireh hatiye amadekirin.
Di dosyayê de, M. Sadik Varli li ser mijara
"Rêbazên Fêrkirina Perwerdehiya
Zimên", Ronahî Onen li ser mijara
"Hîndekariya Zarokan a Zimên", Laura Boulden li ser
"Girîngiya Perwerdehiya bi Zimanê
Zikmakî" nivîsîne. Li gel vê
yekê, di warê pratîzekirina
zimên a di jiyana rojane de Cuma
Çîçek bi nivîsa xwe ya bi
sernavê "Pêþniyazeke Planeke Giþtî ji bo
Azadkirin û Bilindkirina Statuya Zimanê
Kurdî" û Ezîzê Cewo
jî bi nivîsa xwe ya sernavê "Ji bo
perwerdehiya zimên bingeheke zanistî
pêwîst e" tevlî dosyayê
bûne û fikr pêþniyazên xwe der
birine.
Hin nivîskarên din ên
nivîsên wan di nava dosyayê de cih
girtine jî ev in: Nejad Ayaz; "Rewþa zimanên
hindikahiyên li Spanyayê", Serdar Rûþen;
"Zimanê tirkî di dibistanan de çawan
bû zimanê fermî", Mamoste Qedrî
"Seîdê Nûrsî û
ramanên wî yên der barê ziman
û perwerdehiya zimanê kurdî de"...
Dîroka rojnamegeriyê ya
Rojhilat û Baþûrê
Biçûk
Di vê hejmara Zendê de, tiþta ku
herî zêde balê dikiþîne,
zêdebûn û pirrenginiya nivîsan
e. Cara yekem e ku kovar derketiye 128 rûpelî. Loma
jî ligel nivîsên
têkildarî zimên ên berfireh,
gelek nivîsên din jî di vê
hejmara kovarê de cih digirin. Nivîskar
Konê Reþ bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Di
sedsala dawîn de li Baþûrê
Biçûk rewþa perwerdehî û
rojnamegeriyê" û Kakþar Oremar jî bi
nivîsa xwe ya bi sernavê "Dîroka
Rojnamegeriyê ya li Rojhilatê Kurdistanê"
rewþa rojnamegeriya kurdî ya li her du parçeyan bi
berfirehî radixin berçavan.
Pirsgirêkên zimên
ên teorîk
Îbrahîm Seydo Aydogan, di
nivîsa xwe de li ser mijara "di
kurmancî de sîstema deman" sekiniye û di
vê hêlê de hin
tespîtên nû kirine. Zana
Farqînî jî di nivîsa xwe de li
ser "Helwesta Saziya Zimanê Tirkî ya li
dijî zimanê kurdî" sekinî ye.
Hin nivîsên din ên di
Zendê de cih girtine jî ev in:
* “Zimanê nivîskî
bê pîvan nabe” Samî Tan.
* "Li Bakurê Kurdistanê
endemîzma rihekan" Edîp Polat.
* "Der barê Îdrîsê
Bidlîsî de çend belgeyên
dîrokî" Kerem Soylu.
* "Polîtîkaya Mustafa Kemal a li ser
kurdan" Hasan Ozguneþ.
* “Li ser heskîfê
lîstikên qirêj” Recep Kavuþ.
* “Gelparêz û niþtiman
perwerê hêja Mele Îsmet
Kiliçaslan” Mele Reþîd.
* “Me Melayê Cizîrî
fêm nekiriye” Celalettîn Yoyler
(hevpeyvîn: Yaþar Eroglu)
* “Helwesta hin rexnegirên
kurd” Mustafa Borak.
Ji bo têkiliyê: